YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin
- 11:38 21 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-E'yê nerazîbûn nîşanî binçavkirin û hewldana dersînorankirina Zeynep Alpboga ku 22 sal in li Elmanyayê dijî û tê xwestin ku ji bo Tirkiyeyê bête dersînoran, da.
Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), bertek nîşanî binçavkirina Zeynep Alpboga û hewldana dersînorankirina wê ya ji bo Tirkiyeyê da.
YJK-E'yê, ragihand ku Zeynep Alpboga ya 55 salî, di 20'ê Tebaxê de li bajarê Bielefeldê piştî lêgerîna li malê hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku Zeynep Alpboga hê jî di hucreya yekkesî de tê girtin û tê plankirin ku di 26'ê Tebaxê de ji bo Tirkiyeyê bête dersînoran.
YJK-E'yê, di heyamek ku li Tirkiyeyê aştî û çareseriya siyasî tê nîqaşkirin de xwesteka şandina Alpboga ya ji bo Tirkiyeyê wekî nakokiyeke cidî nirxand.
YJK-E’yê, ragihand ku li gorî agahiyên ku malbatê dane, Zeynep Alpboga di salên borî de li Tirkiyeyê ji ber sedemên siyasî hatibû girtin. Hat destnîşankirin ku ew li Girtîgeha Amedê hatibû girtin û rastî êşkenceyê hatibû. Her wiha hat diyar kirin ku li Tirkiyeyê derbarê wê de dozên siyasî jî hene.
YJK-E'yê, diyar kir ku di rewşa vegerandina Zeynep Alpboga ya ji bo Tirkiyeyê de, metirsiya binçavkirin, girtin, zextên siyasî û muameleya xirab heye.
Di daxuyaniyê de, hat teqezkirin ku aştî tenê bêdengkirina çekan nîn e; divê ramanên siyasî wekî sûc neyên dîtin û mirov ji ber xebatên xwe yên siyasî rastî zextan neyên.
YJK-E'yê, her wiha bertek nîşanî krîmînalîzekirina xebatên siyasî yên jinên Kurd da.
YJK-E'yê, bang li rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan, saziyên demokratîk, rêxistinên koçberan û raya giştî kir ku bi Zeynep Alpboga re di nav piştevaniyê de bin.
YJK-E, got ku divê Elmanya li gorî prensîbên dewleta hiqûqê, mafên mirovan û prensîba nesînorankirinê (non-refoulement) tevbigere.







