‘Ji sedî 66’ê jinan nefeqeyê nagirin’
- 09:03 15 Hezîran 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
AMED- Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan da zanîn ku bi giştî nefeqe hezar û 700 e û ji sedî 66’ê jinan nefeqeyê nagirin. Esra Çîçek Mercan wiha got: “Dewlet li şûna van çareser bike, nefeqeya destê jinan jê digire.”
Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) hukma derbarê dayîna nefeqeya "bêdem" ya di xala 175’an a Kanûna Medenî ya Tirk de cih digirt betal kir. Biryar piştî 9 mehan şûnde dikeve meriyetê. Rêxistinên jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku mafê nefeqeyê hedef tê girtin.
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan der barê biryarê de axivî.
Rojeva siyasî: Mafê nefeqeyê
Esra Çîçek Mercan da zanîn ku nefeqe mijareke ku demeke dirêj e tê nîqaşkirinê ye û wiha anî ziman: “Bi taybet pêvajoyek bi awayekî ‘mexdûrên nefeqeyê’ ji aliyê mêran ve hat rêxistinkirin. Tiştek wek nefeqeya hetayê heta tuneye. Di xala 175’an a Qanûna Medenî de dibêje ‘dema zewac bidawî be aliyê xizan ji bo jiyana xwe îdame bike pereyê tê dayînê ye’. Yanî bêdem nîne. Kes dema bizewicin an jî rewşa aboriyê biguhere, bixebite nefeqe nayê dayîn. Ev rojeveke siyasî ye. Hedefeke desthilatdariya siyasî ya ku destkeftiyên jinan jê bigire heye. Dixwazin sala malbatê xurt bikin û vê polîtîkayên zindî bihêlin.”
Nefeqe hezar û 700 TL ye
Esra Çîçek Mercan diyar kir ku nefeqeya tê dayîn kêm e û ev ne pereyekî ku xizaniya jinê ji holê rabike ye û wiha dirêjî dayê: “Di qanûna medenî de jî nabêje ‘wê bidin jinan’, dibêje ‘didin aliyê xizan’. Ev pere jî navbera hezar û 700 TL’yî de ye. Hezar û 700 TL hewcedariyeke bazarê ya rojane ye. Ev xizaniya kesî ji holê ranake.”
‘Ji sedî 66 jin nefeqeyê nagirin’
Esra Çîçek Mercan da zanîn ku li Tirkiyeyê ji sedî 56’ê jinan dema destberdanê daxwaza nefeqeyê nakin û got: “Yên daxwaz dikin ji sedî 66’in. Ji sedî 66’ê mêran xwe bê sîgorte, bêyî hatin û mal nîşan didin û nefeqeyê nadin. Ev rojeva nefeqeyê jî rojeveke wisa ye. Dema em polîtîk dinêrin mirov çima hewce bi nefeqeyê dibînin? Divê ev şert li ber çavan bên derbaskirin. Dewlet bêyî van çareser bike hewl dide mafê nefeqeyê ya jinan ji dest bigire. Xizaniya jinan, xizaniya zarokan çawa dikare bê çareserkirin. Polîtîkayeke çaerseriyê tuneye.”
‘Jin îtîraz dikin û li kolanan e’
Esra Çîçek Mercan got wek komele ji vir şûnde ji bo destkeftiyên jinan û mafê nefeqeyê wê xebatan bimeşînin û got: “Jinan bi vê rojevê têkoşîn dan destpêkirin û didin meşandin. Li gelek cihên Tirkiyeyê jin daketin kolanan û daxuyanî dan. Jin îtîrazê vê dikin. Wê hîn jî bilind bikin. Destkeftiyên jinan di bin êrîşê de ne. Em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Têkoşîna vê heta dawî bimeşînin.”







