Mîhrîcana Keda Jinê ya Hilberî bidawî bû

  • 20:34 14 Hezîran 2026
  • Çand û Huner
WAN - Mîhrîcana Keda Jinê ya Hilberî ku ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve dihat lidarxistin, bi konsera Performansa Jinên Wanê bi dawî bû.
 
Şaredariyên DEM Partiyê yên 12 navçeyên Wanê, bi armanca berbiçavkirina keda jinê “Mîhrîcana Keda Jinê ya Hilberî” ku ev 3 roj bûn berdewam dikir, li dar xist. Di mîhrîcanê de 35 standên ku tê de berhemên hunera destan, xwarinên herêmî, pêşangeha şêwekarî, standên agahdarkirinê yên li dijî tundiya li ser jinan û bi taybetî pirtûkên jineolojî û yên jinan cih digirtin, hatin vekirin û gelek atolye hatin lidarxistin.
 
‘Em hevrêyê jinan Ocalan silav dikin’
 
Aktivîsta TJA’yê Dîlan Yildiz ku di dawiya mîhrîcanê de axivî, bal kişand ser mêtingeriya li ser keda jinê û destnîşan kir ku şoreşa jinê dê her tiştî hilweşîne. Dîlan Yildiz diyar kir ku divê jin bi yekîtî û bi hev re tevbigerin û got: “Em rêzdar Ocalan ê ku hevrêyê me jinan û kedkarê pêvajoyê ye, silav dikin. Di vê mîhrîcanê de me hevrêtî û yekîtiya jinê parve kir. Em bi felsefeya TJA û Jineolojiyê û bi kedên xwe, bûn mînaka berbiçav a têkoşîna jinê. Ji bo ku em li dijî mêtingeriya li ser keda jinê ya ku bi salan e berdewam dike bisekinin, em li vir hatin cem hev.”
 
Di çarçoveya bernameyê de Performansa Jinên Wanê derket ser dikê û stranên xwe ji bo jinan gotin.
 
Mîhrîcan bi gerandina govendê bi dawî bû.