Nasnameya aştiyane ya jinê
- 09:02 5 Hezîran 2026
- Jineolojî
"Di nav nirxên civakî yên gelê Kurd e nasnameya aştiyane ya jinê dijî. Li gundan, eşîran, navbera malbatan de pevçûnên tên jiyîn bi pêşengiya jinan tê rawestîn. Jin laçikên xwe davêjin erdê û çek bêdeng dibin, pevçûn bi aştiyê encam dibe."
Dîcle Muftuoglu
Li Kurdistanê di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê xwe dispêre dîrokê. Jina ku yekitiya civakî ya xwezayî pêk aniye, berovajî mêr ji tundiyê dûr maye. Tundiya mêr ya bi neçîrvaniyê destpêkiriye, bi jinê re civak berbi koletiyê ve biriye, kujerê kastîk afirandiye û heta îro jî ev pirsgisrêk her çûne giran bûne.
Abdullah Ocalan di berheman xwe ya "Parastina gelekî’ de wiha vedibêje: “Edalet, azadî û wekheviya di xweza jinê de pêşketineke pir zêde tê dîtinê ye. Ya rast, esasa civakîbûna jinê xwe dispêre edalet, azadî û wekheviyê. Ligel vê aştiyaneye. Dizane ku jiyaneke watedar bi van têgehên esas dikare pêş bikeve. Di têgeha bedewbûnêde jî hestiyar û di asta jor de ye. Şer, zext û newekhevî li dijî xweza wê ye li dijî terza jiyana wê ye. Fêmkirina van esasan girêdayê derfetên tevgera azadiya jinê ye. Çiqas azad tevbigere evqas tercîhên bedew, adîlane û wekhev dikare pêş bikeve. Ji ber vê jî di civakê de pêşxistina têgehên bedewbûn, edalet, wekheviyê ji azadiya jinê derbas dibe.”
Di nav nirxên civakî yên gelê Kurd e nasnameya aştiyane ya jinê dijî. Li gundan, eşîran, navbera malbatan de pevçûnên tên jiyîn bi pêşengiya jinan tê rawestîn. Jin laçikên xwe davêjin erdê û çek bêdeng dibin, pevçûn bi aştiyê encam dibe.
Di têkoşîna 50 salî de sekna dayikan jî nasnameya aştiyane ya jinê datîne holê. Her canê ku li ser vê erdnîgariyê ket bin axê di encama têkiliya jin û mêrekî de tên dinê. Bêguman her bav jî êşê dikşînin lê êşa ku dayik dikşînin bi têkşînê re veguheziye pêşengiya jinê.
Di 1996’an de ji ber çarseriya pirsgirêka Kurd dayik ketin hewldana têkoşîneke aştiyane û xwe rêxistin kirin. Bi Însiyatîfa Dayikên Aştiyê re, dayikan xwe rêxistin kirin û piştgiriyek mezin dan pêşketina pêvajoyê. Ji bo hawireke aşiyane pêk bê li dijî desthiltadariyê têkoşîn dan û di veguherîna civakî de gavên girîng avêt. Ji ber vê jî di nava kesên şahidiya merasîmê kirin de cihê xwe girtin, çûn Komîsyona Piştevaniya Mîlî, Xwişk û Bira û Demokrasiyê û texrîbatên şer vegotin. Di axaftinên komîsyonê de gotin ew ne zarokên xwe dixwazin çekan çal bikin.
Şahidiya merasîmê
Di Canesê şahidiya merasîma dîrokî ya ji aliyê sedan kesî ve bê guman girîng bû. Lê ji bo me rojnamegeran wateyek cuda hebû. Ji ber kamera û wênekêş nedigirtin qadê, min her tişt xistibû bin qeydan. Min her kêlî li lênûska xwe nifîsî û di hişê xwe de girt. Kesên ji Amedê ketin rê li gorî qadên xebatê hatibûn diyarkirin. Em rojnameger ligel çend siyasetmedarên li gel me wê rêwîtî bikira. Seranserê rê ‘entegrasyona demokratîk’ a di banga dîrokî de cih digirt hat nîqaşkirin. Li cihên bîhnvedanê em bi rêwiyên din re dihatin gel hev û me sohbet dikir. Her kes bi kelecan bû.
Em gihiştin Hewlêrê. Tevî hemû westandinê seranserê şevê kes ji kelecanê raneza. Bi saetên ewil yên sibehê re em rabûn û ketin rê. Piştî rêwîtiya sê saetan şûnde me hiştin qadê. Her kes bi kelecan bû. Hemû kesî heman hest dijiya. Me berê xwe dida derenceyê û çavên me li riya komê bû. Ji siyasetmedarên qadê heta kesên girîngî didan protokolê xwe lez hîs dikirin. Siyasetmedarên başûr, di nav xeleka parastinê de bûn. Sekna dayikên Aştiyê hestên wan nîşan dida. Kelecan û hestiyarî bihev re dijiyan. Hemû kesên li qadê hembêz dikirin. Bi hev re sohbet dikirin. Digotin ‘Xwezî dayikên polîs û leşkeran jî li vir bûna’. Dema ku kom ji derenceyê de daket tevî qedexeyê dirûşmeyan deng dan. Çavên her kesî bi rondik bûn. Em hinek rabûn ser piyan hinek berbi bariyeran ve çûn ku destê xwe dirêjî wan bikin. Her kesî rondik barandin. Dayikan xwestin endamên kmê hembêz bikin; li şûna zarokên xwe yên winda kirine. Bi hêviya ku êşa wan hinekî sivik bibe. Piştî merasîmê li qadê bêdengiyek mezin hebû. Rojnamger pir zêde biaxivin û kêliyan nîqaş bikin jî, gelek tişt heta ku bigihêjin Hewlêrê anîn gel hev.
Wek min destpêka nivîsê de jî got, rojnamegeriyê wek endameke gelê têkoşîna azadiyê dide, wek şahidiyekê pênase dikim. Her şahidiyekê jî we nivîsandina dîrokê dibînim. Ji bilî komeke rojnamegerên ji aliyê desthilatdariyê ve hatin şandin, em wek komeke rojnamegerên ku nêzî 30 hebî bûn li Amedê hatin gel hev û ligel siyasetmedar, nûnerên mafê mirovan, rewşenbîr û dayikên Aştiyê ketin rê. Me her yekê di jiyana xwe de şahidiya şer û berxwedanê kiribû. Beşek ji rojnamegera şahidiya pêvajoya 2013-2015’an an jî ji 1993’yan heta niha şahidiya hewldanên aştiyê kiribûn. Her yekî bi perspektîfa xwe nîşe li dîrokê daûn. Niha jî ji bo şopandina vê merasîma ku li cîhanê mînaka wê nehatiye dîtin ketibûn rê.
Wek her kesî ev pêvajo ji bo min jî bi kelecan bû. Ez 4 meh piştî 15’ê Tebaxa 1984’an ku wek ‘Guleya yekem a tevgera azadiya Kurd’ tê pênasekirin hatime dinê. Li Bazidê mezin bûm. Li navçeyeke ku serhildana herî mezin a gel hatiye jiyîn, ji dayikbûn û mezin bûn heman demê de berprsiyarî jî li ser min bar dikir.
Ji Gurbetellî Ersoz heta Cengîz Altun, ji Ayfer Serçe heta Denîz Firat, ji Musa Anter heta Cîhan Bîlgî û rêhevalên min Nagîhan Akarsel û Nazim Taştan şahidê vê têkoşîna hebûnê û nivîsarên vê dîrokê bûn. Em di şopa wan de bi hişmendiya wan afirandiye nivîsandina dîrokî ya vê pêvajoya girîng dikin. Berpirsyariya nivîsandina pêvajoyeke wisa dîrkî bexsê me hat kirin.
* Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosya "Jin û aştî" ya kovara Jineolojiyê hatiye girtin.







