Ekîn Yeter: Ji bo avakirina hiqûqa demokratîk sererastkirina nû divê
- 14:56 4 Tîrmeh 2026
- Hiqûq
AMED - Hevseroka OHD Ekin Yeter di "Konferansa Hiqûqnasên Kurd ên Demokratîk" de axivî û got, "Avakirina hiqûqa demokratîk tenê bi misogerkirina hebûn, nasname û pêşveçûna civakek demokratîk di çarçoveya entegrasyona demokratîk de pêkan e. Ji bo vê armancê, rêziknameyên nû yên ku entegrasyona demokratîk di asta qanûnî, destûrî û peymanî de gengaz dikin girîng in."
Gelek rêxistinên hiqûqê Konferansa Hiqûqnasên Kurd ên Demokratîk bi dirûşmeya "Qanûna demokratîk ji bo azadî, statu û aştiyê" li dar xistin. Gelek serokên baroyan, akademîsyen û nûnerên rêxistinên hiqûqê beşdarî konferansê bûn ku li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed pêk hat.
Konferansê bi rêzgirinê dest pê kir û piştre jî sînevîzyon hat pêşandan.
Hevseroka OHD Ekin Yeter axaftina vekirinê kir û bi bîranîna hiqûqnasên ku jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û silav ji hiqûqnasên girtî re şand. Ekîn Yeter got ku civîneke dîrokî ye û bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gelê Kurd e. Ekîn Yeter wiha got, "Ev konferans dîrokî ye. Ev konferans berdewama konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê ya sala 2013'an e. Em ê di vê konferansê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna serdema nû binirxînin. Netew dewlet li ser yek netew ava dibe û netew û baweriyên din tune dike. Pergala hiqûqê jî li gor vê yekê tê sazkirin."
Raperîna netweyî
Ekîn Yeter destnîşan kir ku Kurdan tu car ew polîtikayên tunehesibandinê qebûl nêkirin û li dijî van polîtikayan li ber xwe dan. Ekîn Yeter Ev tişt lê zêde kir, "Raperîna Şêx Saîd ne tenê raperîneke olî bû di heman demê de raperîneke netewî bû. Raperîna Agirî û piştî wê jî her wiha wisa bû. Kurdan bi van raperînan xwest bi mafên xwe bijîn. Komara Mahabadê yekêm hewldana Kurdan a weke netew bû û navê Kurd li cihanê jî bi nav û deng kir. Kurdan li dadgeha serdestan mafê Kurdan parast û gelek hiqûqnasên Kurd hatin qetilkirin. Serpehatiyên Başûr û Rojava jî nişana encama têkoşîna Kurdan e. Parastina van destkeftiyan di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke mezin e."
'Avakirina hiqûqa komunan berpirsiyariya me ye'
Ekîn yeter anî ziman ku mîsogerkirina mafê Kurdan di çarçoveya entegrasyona demokratik de yek ji xaleke vê pêvajoyeyê û wiha dawî lê anîn, " Her wiha naskirina mafê ziman û neteweyî yê gelê Kurd di vê pêvajoyê de yek jî berpirsyariya me ye. Di heman demê de avakirina hiqûqa komunan û civaka demokratik jî berpirsyariya me ye. Ew konferansa me dê bibe yek ji parçeyekî konferansa mezin a Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê û her wiha ji bo Kongreya Yekitiya Neteweyî jî bingeheke.”
Piştî peyaman konfaransê ji çapemeniyê re gitî berdewam kirin.








