Ciwanan ekolojî û jineolojiyê nîqaş kirin

  • 16:48 13 Hezîran 2026
  • Çand û Huner
AMED - Yekemîn Hevdîtinên Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê ku di 12'yê hezîranê de dest pê kir û wê sê rojan bidome, di roja xwe ya duyem de bi panel û çalakiyên cuda didome. Di bernameya îro de panelên ekolojî, jineolojî û kursiya serbest hat lidarxistin.
 
Şaredariya Peyasê bi hevkariya Komeleya "Em Ji Bo Siberojê Li Vir in" bi dirûşma "Bi Ciwanên Azad Ber Bi Siberoja Azad Ve" 1'emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Werzîş û Çandê yên Peyasê li dar xist. Bernameya ku dê 3 rojan berdewam bike, îro di roja duyemîn de bi tevlîbûna hevşaredarên Şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Cengîz Dundar, endamên saziyên sivîl û gelek ciwanan li Parka 75ê ya Peyasê berdewam dike. 
 
Di çarçoveya bernameyê de werzîşa serê sibê hate lidarxistin û taştê hat xwarin. Paşê jî panelên ekolojî, jineolojiyê hat li darxistin û kursiya serbest hat danîn.
 
Di panela ekolojiyê de li ser bandorên civakî yên krîza ekolojîk û berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî nirxandin hatin kirin. Di panelê de hat diyarkirin ku ji bo avakarina jiyaneke ekolojîk, demokratîk û domdar divê têkoşîna ekolojîk li herêmê were xurtkirin. Di heman demê de komûnên ekolojiyê çawa bên avakirin û texrîbatên polîtîkayên dewletê li ser ekolojiyê hate nîqaşkirin.
 
Piştî panela ekolojiyê panela jineolojiyê hat lidarxistin. Di panelê de li ser xurtkirina jiyana wekhev a li ser perspektîfa jineolojiyê wekheviya zayenda civakî, xuyabûyîna keda jinan û di avakirina civaka demokratîk de rola jinan, nirxandin hatin kirin.
 
Herî dawî girtiya siyasî a ku 31 sal di zindanê de mabû Şadiye Manap di çarçoveya bernameya Kursiya Serbest de derbarê bîranînê girtîgehê de axivî.
 
Şadiye Manap diyar kir ku têgeha "zindan"ê, ji bilî makîneyeke fîzîkî ya tecrîd an jî cezakirinê ye; wekî rastiyeke piralî ya ku berxwedan, bîra civakî û têkoşîna polîtîk lê digihêjin hev tê girtin û wiha got: “Ev qada xweser a ku wateya xwe ya hebûnî û rastiya xwe bi berxwedana kolektîf a li hundir ji nû ve hildiberîne, ji bo dînamîkên pêşeng ên civakê ne rewşeke girtîmayîna pasîf e, makîneyeke ceribandina îdeolojîk û vînî ye. Sîstem, girtîgehan ne wekî qadên girtinê yên asayî; lê wekî ‘laboratuwareke dijmin’ a ku armanc dike civakê li gorî sînorên xwe yên îdeolojîk teslîm bigire, veguherîne û dîzayn bike, kurgu dike. Polîtîkayên taybet ên ku li zindanan tên pêşxistin û sepandin, di rastiyê de prototîpa wî modelê zextê ye ku tê xwestin li ser civakê bê ferzkirin. Lê belê li hemberî van polîtîkayên şîdet û tecrîdê yên laboratuwarî, sekna herî xweser, bêhempa û radîkal ji aliyê girtiyên jin ve tê nîşandan. Hebûn û tecrubeya jinan a li zindanê; hem li dijî amûrên zextê yên hişmendiya dewletparêz û baviksalarî serhildaneke bingehîn e, hem jî hûnandina jiyana hevbeş a azad û alternatîf a di bin wan şert û mercên giran de ye.”
 
Roja duyemîn dê bi bernameyên Faaliyetên Werzîşî, Lîstokên Kevneşopî yên Kurdî berdewam bike û bi bernameya guhdarkirina muzîkê bi dawî bibe.