Kesên di 5’ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
- 20:39 5 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê ji bo qubaniyên komkujiya 5’ê Hezîrana 2015’an li Qada Îstasyonê ya Amedê merasîma bîranînê li dar xist û daxwaza darizandina berpirsan hate kirin.
Di ser teqîna 5’ê Hezîrana 2015’an a li dijî mitînga HDPê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê de 11 sal derbas bû. Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê li cihê komkujiyê bi bîr anî. Malbatên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane, parlamenterên DEM Parti yên Amedê, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, endam û nunerên sazî û dezgehan û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Li ser navê malbatan bavê Ciwan Arslan ê ku jiyana xwe ji dest dabû Bahattîn Arslan û hevberdevka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Hatîce Çelîk axivîn. Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç axivî.
‘Em ji bo aştiyeke birûmet li vir in’
Bahattîn Aslan ewilî axivî û diyar kir ku ew ê dest ji berpirsên komkujiyê bernedin û wiha got: “Li ser navê îslamê, bêyî ku bibêjin zarok an pîr e, qetil kirin. Bila ev kes nebêjin em misliman in. Kî ev yek kir, çawa kir? Kî li cem wan e, bi vê teqînê re çawa hatin qadê? Ev pirs hîn jî li benda bersivê ne. Em edaletê dixwazin. Em ji bo aştiyeke birûmet li vir in. Tevî her tiştî jî em dibêjin aştî.”
‘Heta ku edalet pêk bê dê têkoşîna me berdewam bike’
Hatîce Çelîk di destpêka axaftina xwe de qurbaniyên komkujiyên Pirsûs, Enqere û Garê bi bîr anî û ev tişt gotin: “Bi hezaran birîndarên me û bi sedan kesên me yên jiyana xwe ji dest dan. Lê belê, me di dadgehan de dît ku ev komkujî bê çawa hatine kirin, çawa rê li ber wan hatiye vekirin û çawa ji lêgerînan derbas bûne. Me hemû yek bi yek dîtin, lê tu wezîfedarên giştî nehatine darizandin. AYM (Dadgeha Destûra Bingehîn) dibêje ‘Kêmasiya dewletê tune ye’. Kesekî ku fîrarê leşkeriyê ye berdidin û ew tê di teqînê de cih digire. Îhmalkariyeke mezin heye lê kes hesab nade. Komkujî li ber çavan çêbû. Berpirsiyarê komkujiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê tê dermankirin û piştî wê diçe dervayî welat. Li vir çawa kêmasiya dewletê tune ye? Em wek malbat edaletê dixwazin. Ger komkujiya Amedê bihata ronîkirin, komkujiyên li cihên din nedibûn. Malbatên Pirsûs, Gar û Amedê, em hemû yek in. Em dizanin çima nayê aşkerekirin. Wek malbat, heta ku edalet pêk bê dê têkoşîna me berdewam bike.”
‘Bi teqînê re xwestin doza Kurdan bi dawî bikin’
Gulşen Ozer jî anî ziman ku ew roj rojeke nayê jibîrkirine û wiha axivî: “Ew roj, roja hovîtiyê bû. Bombe avêtin ser aştiyê. 5 hevalên me jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûn. Bi wê teqînê xwestin doza Kurdan bi dawî bikin. Lê belê nekarîn vê bikin. Îro malbat li vir hesab dipirsin. Rêya wan rêya me ye. Em ê aştiyeke birûmet ava bikin û diyarî wan bikin.”
‘Armanca komkujiyê têkbirina aştiyê ye’
Mehmet Kamaç jî da zanîn ku di pêvajoya ku wê demê aştî serdest bû, komkujî bi biryareke ku ji navendekê hatibû dayîn pêk hat û wiha axivî: “DAIŞ an navên din ên ku tên pêşandan, tenê perdeya pêşî ne. Pêwîst e kesên li pişt perdeyê ne werin aşkerekirin. Berpirsên esasî ew in. Ger li Enqere, Dîlok, Pirsûs û Amedê mirov li meydanan tên qetilkirin, dewlet nikare bibêje ‘xebera min jê tune ye’. Berpirsiyar ev in. Ger kujer bi rehetî dikevin qadê, berpirsê wê dewlet e. Armanca kesên ev komkujî pêkanîne, têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û aştiyê ye. Ez kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim, heta ku kesên komkujî pêkanîne derkevin holê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan li cihê teqînê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl hatindanîn û dirûşma ‘Şehîd namirin’ hate berzkirin.







