Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê
- 13:32 2 Hezîran 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -Gotinên nefretê û bangên cudakar li dijî civakên Elewî û Durzî li Sûriyeyê di demên dawî de zêde bûne. Bi kampanyayên ku li ser platformên medyaya dîjîtal hatine destpêkirin armanc ew e herdu civakan ji hêla aborî û civakî ve ji hev veqetînin.
Bi kampanyayeke nû ya hashtagê ku di 31’ê Gulanê de hat destpêkirin, daxwaza qutkirina têkiliyên bazirganî û civakî bi welatiyên Elewî û Durzî re hat kirin. KEsên di nava kampanyayê de cih digrin ji Sûriyeyiyên ku li hundir û derveyî welat dijîn xwestin karsaziyên Elewî û Durzî boykot bikin.
Di parvekirinan de daxuyaniyên cudakar ên wekî rêgirtina li zarokan ji hevaltiya bi zarokên Elewî û Durziyan re, dûrketina ji silavkirina mirovên ji van civakan, dûrketina ji karsaziyên wan, kirêkirin an firotina xaniyan ji wan re û nedayîna kar ji wan re di nava xwe de dihewîn.
Kampanyayê ji derdorên nêzî HTŞ piştgirî girt
Her çendî kampanyayê ji derdorên nêzî HTŞ’ê piştgirî girtibe jî yên ku ji bo jiyana hevbeş a bawerî û nasnameyên cuda li Sûriyeyê parêzvaniyê dikin, li hemberî van bangan bertekek neyînî nîşan dan. Bi daxuyaniyên ku li ser medyaya dîjîtal hatin dayîn, hat diyarkirin ku kampanyayên bi vî rengî, cudakariya mezhebî teşwîq dikin, aştiya civakî têk dibin, welat zêdetir polarîze dikin û aloziyên mezhebî gur dikin.
Êrîşên li dijî Elewiyan
Li deverên ku di bin kontrola HTŞ’ê de ku di Kanûna 2024’an de bi hilweşandina rejîma Beşar Esed bi piştgiriya navneteweyî desthilatdariya li Şamê bi dest xist, îdiayên zext û tundiyê li dijî civaka Elewô di rojevê de dimînin.
Raporên berê yên ku ji hêla rêxistinên mafên mirovan û dezgehên medyayê yên navneteweyî ve hatine weşandin, îdiayên revandin, muameleya xirab, îşkence û tundiya cinsî li dijî Elewiyan dihewînin. Di gelek raporên ku hatine weşandin de, diyar dibe ku bi taybetî ji Adara 2025’an ve jin û zarokên keç di êrîşên li dijî civaka Elewî de bûne hedef. Rêxistinên mafên mirovan jî xwestin lêpirsînên serbixwe li ser van îdiayan werin destpêkirin sivîl werin parastin.







