Dibistanên wargeha Mexmûrê ketin betlaneya havînê

  • 10:57 18 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Mexmûrê, perwerdeya sala 2025-2026’an bi dawî bû. Xwendevanan bi kelecanek mezin karnameyên xwe wergirtin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pênç dibistanê dayikê, çar dibistanên seretayî, du dibistanên navîn û dibistanek ya amadeyî hene. Dibistan îro ketin betlaneya havînê. Perwerdeya ku di 13’yê Îlona 2025’an de destpê kirî, îro bi dayîna karnameyan bi dawî bû.
 
Li hemû dibistanên Wargehê hem wext merasîma karnameya bi dengê bilind yê sirûda netewî dest pê kir. Piştî sirûda netewî li dibistan Şehîd Mehemed Karasungur Mamosta Fadil Germigî li ser girîngiya perwerdeyê axivî.
 
Mamosta Fadil Germigî di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû mêvan û xwendevanên amade kir û wiha got: “Giştî cîhan xwe li ser perwerdê pêşdixe. Perwerde ji bo hemû aliyên civakê lingek bingehîn ê pêşxistinê ye. Di heman demê de zarokên wê civakê jî pêşeroja wê civakê ne. Bi salane em li vir bi zimanê Kurdî perwerdeyê dibînin. Ji ber ku zimanê Kurdî ji manek kevnar ê serdemê şaristaniyane. Em jî bi hemû hêza xwe hewl didin vê zimanî dewlementir û zindî bihêlin.”
 
Piştî axaftinê xwendevanên bûyîn yekemîn belgeyên yekemîntiyên wergirtin û karnameyên xwendevan hatin belav kirin.