Gelê Totonacê ji bo azadiya Abdullah Ocalan name ji KE'yê re şand

  • 10:41 18 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Totonacê nameyek ji Konseya Ewropayê re şand û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza bicihanîna "Mafê Hêviyê" kir.
 
Gelê Totonac, ku li herêma Veracruz a Meksîkayê dijîn, berî civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku dê di navbera 9 û 11’ê Hezîranê de were lidarxistin, bangek ji bo "Mafê hêviyê" û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
 
Nameya gelê Totonac a ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hatiye şandin bi vî rengî ye:
 
“Ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re:
 
Em, îmzekarên vê nameyê, endamên herêma Totonac a Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwecihî ya Meksîkayê, bi hesteke fikar û xemgîniyê ku hiş û dilê me tijî dike, silavên xwe pêşkêşî we dikin.
 
Em endamên gelekî xwecihî ne li ser axa ku wekî Meksîka tê nasîn; fikrê me û rêya me sade û rasterast e, ji ber vê yekê em ji we daxwaz dikin ku me bibexşînin heke nameya me ji wê formalîteya ku hûn dixwazin bêpar be.
 
Em berî tiştê ku niha jê re 'dewlet' tê gotin, berî tiştê ku wekî 'hiqûqa navneteweyî' tê binavkirin, û berî dahênana 'mafên mirovan' li vir bûn; ji ber vê yekê, gotinên me ji "hebûna me ya kozmolojîk a kolektîf" derdikevin.
 
Bi xemgînî em destnîşan dikin ku, li herêma Ewropayê, li Tirkiye yek ji birayên me Birêz Ocalan, bi awayekî bêencam û bi tevahî neheqane ji azadiya xwe bêpar maye.
 
Em dizanin ku wijdana wî azad e, em dizanin ku fikrê wî azad e; ji ber vê sedemê ew di têkoşînê de hatiye çandin û di rêwîtiya gelê Kurd de geş dibe.
 
Em fêr dibin ku ji bo we 'hêvî mafekî mirovî ye'; ji bo me, hêvî diyariyek, xêr û bereketek e. Di cîhanbîniya me de, di zimanê bav û kalên me de, ji hêviyê re tê gotin 'nakantaxtu kintalakapastaknikan' û wateya wê 'ramanên me dê pêk werin' e.
 
Em nikarin bifikirin ku kesekî ku alîkariya gelê xwe dike, ku raman û gotinên xwe ji bo pêvajoyeke aştiyê pêşkêş dike, ji azadiya xwe bê mehrûm kirin. Ji ber vê yekê, em, gelê Totonaco, azadiya wî radigihînin. Em bawer dikin ku tovê ramanê ku me îro çandiye dê mezin bibe û azadiya wî dê were misogerkirin.
 
Her çend em dizanin ku qanûn gelek caran di destê hêzdaran de wekî amûrekê tê bikaranîn, em bawer dikin ku hûn, endamên birêz ên Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê, dê alîkariya me bikin da ku em azadiya Birêz Ocalan misoger bikin.
 
Em dizanin ku Tirkiyeyê hîn jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 18’ê Adara 2014’an, ya ku di doza Ocalan dijî Tirkiyeyê de hatibû dayîn, bi cih neaniye.
 
Di dawiyê de, ji perspektîfa me, kesên kal ên ku li ser navê gelê me erkekî kolektîf pêk tînin, 'PUXCO' ne, ango bapîrê ku rêz lê tê girtin; ji ber vê yekê em bi rêzdarî ji we daxwaz dikin ku vê nameyê bigihînin Birêz Ocalan, da ku ew bizanibe ku em li Meksîkayê silav û rêzên xwe yên germ ji wî re dişînin.”