‘Bila Betul Alluş demildest bê berdan’
- 20:41 14 Gulan 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Pêkhateyên Federasyona Elewî Bektaşî ya Îzmîrê, revandina Betul Alluş şermezar kirin û diyar kirin ku rejîma Colanî bi polîtîkayên ‘selefîkirinê’ jinan dike hedef. Rêxistinan xwest ku şandeyeke serbixwe ya navneteweyî li herêmê lêkolînan bike.
Federasyona Elewî Bektaşî ya Îzmîrê û pêkhateyên wê, ji bo Betul Alluş a ku li bajarê Ceble yê Sûriyeyê hatibû revandin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Navenda Çanda Turkan Saylan hat dayîn û pankarta “Jinên ku li Sûriyeyê li ber xwe didin rûmeta me ne” hat hildan.
Metna daxuyaniyê li ser navê girseyê ji aliyê Gulay Serîn ve hat xwendin. Gulay Serîn anî ziman ku li Sûriyeyê sûcên li dijî jinên Elewî bi awayekî sîstematîk berdewam dikin û got: “Gelek caran hat raportkirin ku jinên tên revandin li bazarên koleyan ên li Îdlibê tên firotin, ji bo fidyeyê tên girtin, rastî îşkence û destavêtinê tên û bi zorê bi çendîn mêran re tên zewicandin. Tevî van hemûyan jî rejîma HTŞê li şûna ku pêşî li van sûcan bigire, tenê polîtîkayên înkarê dimeşîne. Bêdengiya raya giştî ya navneteweyî jî mixabin cesaretê dide çeteyên cîhadî. Elewiyên Sûriyeyê yên ku zêdetirî salekê ye di bin dorpêça qirkirinê de ne, bi bêhêvîtiyeke mezin li zarok û xizmên xwe yên winda digerin. Sedema vê bêhêvîtiyê jî bêdengiya cîhanê ye.”
‘Tundiya li ser jinên Elewî gihîştiye asteke nû’
Gulay Serîn destnîşan kir ku tundiya li ser jinên Elewî êdî ketiye qonaxeke din û diyar kir ku revandina jinan û tundiya zayendî, vê carê di bin navê ‘ji bo Îslamê bi daxwaza xwe revîn’ tê veşartin û got: “Mîna Betul Suleyman Alluş a ku di 29ê nîsana 2026an de hat revandin de tê dîtin ku li ser gelê Elewî bi rêya jinan zexta olî ya Selefî tê meşandin. Dorpêça li ser civaka Elewî êdî ne tenê bi êrîşên fîzîkî, bi revandin, gef û îşkenceyê dixwazin wan bikin Selefî. Ferzkirina tariya Selefî/Wahabî ya HTŞê li ser Elewiyan û parêzvanên jiyana laîk nayê qebûlkirin.”
‘Betûl Alluş divê demildest bê berdan’
Gulay Serîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser saziyên navneteweyî û ev daxwaz rêz kirin:
“*Divê Betul Suleyman Alluş demildest were berdan û radestî malbata wê were kirin.
*Divê rejîma Colanî tundiya li ser jinên Sûriyeyê û bi taybetî jinên Elewî bide sekinandin; ji bo cezakirina sûcdaran divê mekanîzmayên navneteweyî yên lêkolînê bên avakirin.
*Ji bo lêkolînkirina sûcên rejîma Colanî û komên çete yên girêdayî wê, divê şandeyeke serbixwe ya navneteweyî were avakirin û li qadê dest bi lêkolînan bike.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.







