Li Bêrecûkê mirina bi guman

  • 19:42 14 Gulan 2026
  • Rojane
RIHA - Li Bêrecûk a Rihayê Sabriye Komuk li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin.
 
Li navçeya Bêrecûk a Rihayê Sabriye Komuk ya ku 3 roj in agahî jê nayê girtin li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin. Cîranên wê ku agahî ji Sabriye Komuk negirtin agahî dan  û li ser vê ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Ekîbên ketin hundir cenazeya Sabriye Komuk dîtin.  Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morgê.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hatin destpêkirin.