Di dosya Alev Karagoz de mêrê pê re zewicandî hat girtin

  • 18:14 23 Nîsan 2026
  • Rojane
AFYONKARAHÎSAR – Sala borî li navçeya Çay jina bi navê Alev Karagoz bi guman jiyana xwe ji dest da û der barê mirina wê de G.K yê pê re zewicandî hat girtin.
 
Li navçeya Çay a Afyonkarahîsarê li gundê Yeşîlyurt, di 18’ê cotmeha 2025’an de jina bi navê Alev Karagoz ku gule lê ketibû birîndar hat dîtin. Alev Karagoz li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û wek întîxar derbasî qeydan kirin. Lê piştî ku mirin bi guman hat dîtin dosya ji nû ve hat vekirin.
 
Piştî lêkolîna hat kirin delîlên ku Alev Karagoz dibe ku hatibe qetilkirin hatin dîtin. Ligel vê mêrê ku Alev Karagoz re zewicandî, G.K û birayê wî O.K û kesekî navî wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.
 
Piştî îfadeyan sewqê edliyeyê kirin û G.K ji cînayetê, O.K jî ji reşkirina delîlan hat girtin. Kesê navê wî nehat hînbûn hat berdan.