MYK'a DEM Partiyê wê sibê bicive

  • 18:15 23 Nîsan 2026
  • Rojane
ENQERE - MYK'a DEM Partiyê, sibê dê ji bo du rojan bicive û di civînên xwe de geşedanên rojane binirxîne.
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM), ji bo nirxandina geşedanên rojane sibê dicive. Civîna ku tê plankirin bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan de saet di 11:00’an de li navenda giştî ya partiyê pêk bê, dê du rojan bidome.