Li Gimgimê tehdîda JES’ê: 16 gund û çavkaniyên avê di bin rîskê de ne

  • 12:04 20 Nîsan 2026
  • Ekolojî
Rozerîn Gultekîn
 
MÛŞ - Walîtiyê der barê projeya JES’ê ya ku wê li Gimgimê bandor li 16 gundan bike û rîska erdhejê zede bike de, daxuyand ku wê sondaja ewil di meha Gulanê de vebikin. Gel li dijî vê têkoşîna hiqûqî û civakî didomîne.
 
Serokatiya Komîsyona Navendê ya Walîtiya Mûşê, projeya Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) ku wê ji aliyê Şîrketa Hilberîna Enerjiyê ya IGNIS H2 a navenda wê li Amerîkayê ye, li gundê Xwarik ê navçeya Gumgim a Mûşê bê çêkirin, pesend kir. Şîrket hewl dide di meha Gulanê de dest bi sondaja ewil bike.
 
JES rîska erdhejê zêde dike
 
Gelek gund bi rîska koçberkirinê re tên rû hev û çavkaniya debara herêmê sewalkarî jî bi xetereyê re tê rû hev. Tê plankirin ku proje li ser xeta Gimgim-Kanîreşê bê plankirin û ev jî rîska erdhejê zêde dike. Gundên Tanzik, Tatan, Hemok, Çorsan, Xwarik û girêdayî mezraya Dervîş Elî, Kasiman, Emera, Zengena, Mengen, Kuzik, Civarka, Civarka, mezra Kortegula, gundên Canisera, Xaşxaşa, Uskura Mezin û Biçûk, Şorike, Şema, Gadiza û Badan wê bi bandor bibin.
 
Di çarçoveya projeya ku dixwazin bikin jiyanê kar û barên hiqûqî û burokratîk didomin.
 
Helwesta şaredariyê ya ji bo projeyê
 
Wezareta Bajarvanî û Hawidorê, der barê projeya "Jeotermal Arma Sondaji" de di sala 2025’an de nivîsan nêrînê ya saziyê pêşkêşî Şaredariya Gimgimê kir. Hevşaredarê Gimgimê Giyasettîn Aydemîr bersiv da nivîsê û got tu guman tune ye. 
 
'Belge şaş hatiye fêmkirin'
 
Liljneya Navendî ya Rêveberiya Herêmî ya Mûşê der barê proje bi gûman nehatiye dîtin de wiha got: “Em li dijî projeyê ne. Şaredariyê wek bersiva ji bo nivîsa wezaretê diyar dike ku herêm ji derveyê qada mucavîr e. Ev gotin nayê awteya ku raye an jî erêkirin daye projeyê. Em wek rêveberiyên herêmê li dijî projeyê ne. Me bi hevşaredarên xwe re daxuyanî dan. Em ê rojên pêş de mîtîngê pêk bînin. Gotina ‘bi gûman nîne’ şaş hatiye fêmkirin.”
 
Gundiyan îtîraz kir
 
Gelê ku li gundan dijî daxwazname da Walîtiya Mûşê û Midûriyeta Çandinî û Daristanê û îtîrazê guherîna di qada mêrgan de kir. Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê û parêzeran li ser navê gundên herêmê di 9’ê Nîsanê de bi daxwaza rawestandina birêveberkirinê serî li Dadgeha Îdarî ya Çewlîkê da.  
Gel têkoşîna xwe ya li dijî hilweşîna ekolojîk rêxistin dike.