Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike

  • 12:53 16 Nîsan 2026
  • Çand û Huner
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî di 11'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de nebin mexdûr, pergala qeyda online ya bêheq da destpêkirin.
 
11'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin (ŞBŞM) ve bi temaya “Ji bo Aştiyê Diyalog” tê organîzekirin, di 22'yê Nîsanê de dest pê dike. Festîvala ku dê heta 2'yê Gulanê berdewam bike, komên şanoyê yên ji welatên cuda dê li Amedê derkevin ser dikê.
 
Di çarçoveya festîvalê de dê gelek lîstik, atolye û gotûbêj derkevin pêşberî hezkiriyên hunerê. Piraniya nîşandanan dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê werin lîstin.
 
Ji bo ku temaşevan di dema festîvalê de lîstikan bi hêsanî bişopînin û rê li ber qerebalixiya zêde bê girtin, pergala qeyda online hate amadekirin. Welatiyên ku dixwazin lîstikan temaşe bikin, dikarin li ser navnîşana jêrîn qeyda xwe bikin û tevlî çalakiyan bibin:  https://banbilet.com.tr/tr/event-groups/11-amed-uluslararas-tiyatro-festivali
 
Bernameya Mîhrîcanê
 
Hûn dikarin di ser vê lînkê re bigihîjin bernameya festîvalê: