Li Qoserê piştî Newrozê ciwan meşiyan

  • 17:58 17 Adar 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qoserê ku bi beşdariya deh hezaran bi dawî bû, bi sedan ciwan bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" dest bi meşê kirin.
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê pîrozbahiya Newrozê ya bi coş a bi beşdariya deh hezaran bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê, bi sedan ciwan li ser Cadeya Nexweşxaneyê dest bi meşê kirin. Ciwanan bi dirûşmên "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Bê Serok jiyan nabe" heta Qada Ugur Kaymaz meşiyan û piştre berê xwe dan Qada Azadiyê. Dema ciwan ber bi Qada Azadiyê ve dimeşiyan, polîs û cendermeyên ku hatibûn sewqkirin êrişî ciwanan kirin. Polîsan bi TOMA'yan av li ciwanan reşand û ciwanan jî bi keviran bersiv da.
 
Çalakî, piştî meşa ciwanan di navbera kolanan bi dawî bû.