Li Şirnexê aşût û lehî

  • 11:21 16 Adar 2026
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Li Şirnexê aşût kete xwarê û 40 rêwî asê man. Di aşûteke din a li bajar de jî ajokarê TIR’ê bi giranî birîndar bû. Ji ber ku lehiyên rabûyîn jî herî kêm 50 sewal mirin. 
 
Ji duh ve ye li Şirnexê baran û berf dibare. Rêya Şirnex-Colemêrgê, ji ber aşûtên ketin rêyê li hatin û çûnan hate girtin. Li devera Sûwarê Kotrayê aşût kete xwarê û rêwiyên di otobûsê de asê man. Di bûyerê de tu windahiyên canî çênebûn û kesek birîndar nebûye. 40 rêwiyên di otobûsê de, bi xebatên koman li herêmên biewle hatin veguhestin. Li hêla din, hate ragihandin ku ji ber xetereya aşûtê dê rê li hatin û çûnê girtî bimîne. Li gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê jî TIR’ek di bin aşûtê de ma. Hat zanîn ku ajokarê TIR’ê ku navê wî nehat zanîn, bi giranî birîndar bû. Ajokarê birîndar piştî mudaxileya ewil rakirin nexweşxaneyê. Li gundê Newehê yê Qilebanê jî lehî rabû û hezaz çêbû. Hat zanîn ku hinek ajal li ber lehiyê ketine û zirar gihiştiye hinek malan. 
 
Li gundê Bêrmalê yê navçeya Elkê jî ji ber barînên zêde ava rûbarî rabû. Ji ber rabûna avê, 10 mal û govek di bin avê de man. Hat zanîn ku nêzî 50 bizinên di govê de mirine.