Zaroka winda bibû cenazeya wê hat dîtin
- 18:14 12 Adar 2026
- Rojane
ESKÎŞEHÎR - Li navçeya Teşebaşi ya Eskîşehîrê zaroka bi navê Zehra Uzum ya 13 salî ku ji 2’ê Adarê de winda bû , cenazeya wê li baxçeyê hovî yê aydê bavê wê hat dîtin. Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.
Li Eskîşehîrê zaroka 13 salî Zehra Uzum ku bi rojane winda bû, cenazeya wê hat dîtin. Zehra Uzum kul i navçeya Tepebaşi winda bibû, ji bo wê xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin. Di encama lêkolînên hatinkirin, lêkolînkirina qeydên kamerayê de cenazeya Zehra Uzum li baxçeyê hobiyê ya li taxa Aşagikartal a navçeya Tepebaşi çalkirî hat dîtin. Hat hînbûn baxçe aydê bavê wê Abdulrezak Uzum e.
Li gorî agahiyên hatin girtin Abdulrazak Uzum piştî îxbara windabûnê du roj şûnde xwe kuştiye.
Cenazeya Zehra Uzum rakirin morga nexweşxaneyê û sedema mirinê wê bi otopsiyê derkeve holê. Lêpirsîna derbarê mijarê de didome.







