Peyama Eyşe Efendî ya ji bo Salih Muslim
- 12:51 12 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevjîna Salih Muslim Eyşe Efendî soza domandina xeta wî ya parastina mafên gelê Kurd da û got "Têkoşerekî navdar bû, hevrêyê Rêber Abdullah Ocalan bû, ji salên 1980'yî ve jiyana xwe ji bo têkoşînê veqetand."
Hevjîna Salih Muslim Eyşe Efendî soza domandina têkoşîna wî ya xizmeta gelê Kurd da û diyar kir ku Salih Muslim têkoşerekî navdar bû, hevrêyê Rêber Abdullah Ocalan bû û gelek caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn û li pêşberî wî û li pêşiya şehîdan soza domandina têkoşîna mafên gelê xwe da.
Eyşe Efendî bi bîr xist ku Salih Muslim di salên 1980'yî de dest bi têkoşînê kir, bi rola xwe ya têkoşer di nava tevahî gelê Kurd û Kurdistanê de dihat naskirin û got: "Mîrateya wî ya siyasî û têkoşîna wî di nava gelê me de dê zindî bimîne.”
Eyşe Efendî sersaxî ji gelê Kurd û Kurdistanê û hevreyên şehîd Salih Muslim re xwest û got dê têkoşîna wî raneweste, gelê Kurd dê nifş bi nifş şopdarê rêya wî be.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim duh êvarî (11 Adar 2026) ji ber nexweşiya gurçikan li nexweşxaneyeke Hewlêrê şehîd bû. Cenazeyê wî beriya nêzî saetekê ji deriyê Sêmalkayê derbasî Rojava bû, ji Dêrikê heya Qamişloyê dê were pêşawazîkirin. Dê sibe li Qamişloyê were oxirkirin û li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê ya Kobanê were veşartin.







