‘Li Rojhilata Navîn jiyaneke azad û wekhev pêwist e’

  • 09:07 5 Adar 2026
  • Rojane
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Maçîda Hêsûn diyar kir ku armanca êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hedefgirtina paradîgmaya azadiyê û wekheviyê ye û wiha got:”Jiyaneke azad û wekhev pergaleke di vê çarçoveyê de ji bo hemû Rojhilata Navîn pêwist e. Ji bo ev şer raweste pêdivî ji pergaleke wiha heye. Ev pergala azadî, aştî û demokrasiyê xizmetê ji berjewendiyên gelan dike. Li Rojhilata Navîn helwesteke li ser esasên wekheviya gelan lazim e.”
 
Li Rojhilata Navîn şer her ku diçe gurtir dibe. Bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ev şer hîn zêde bandorên xwe dide hîskirin. Bi hedefgirtina pergala li Rojavayê Kurdistanê re jî tê xwestin rê li êriş û komkujiyan bê vekirin û aramiya li herêmê têk biçe. Li dijî êrişên sistematik jî berxwedana Gelê Kurd bi pêşengiya jinên kurd dewam dike. Ji Desteya Jinê ya Kantona Firatê Maçîda Hêsûn li ser mijarê nirxandin kir. Maçîda Hêsûn êrişên berdewam wekî têkbirina îradeya gel û hedefgirtina paradigmaya azadiyê pênase kir û wiha bal bir ser têkoşîna hevpar:” Divê di çarçoveya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ de em rêxistinbûyin û têkoşîna xwe hîn xurt bikin. Divê hemû jinên cîhanê ji jinên li Rojhilata Navîn tên çewisandin bibin deng û hêvî. ”
 
‘Armanc têkbirina îradeya gel e’
 
Maçîda Hêsûn li ser armanca dorpêçkirin û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê wiha got:”Ez dibêjim ku armanca sereke ya van dorpêçkirin û êrişan têkbirina îradeya gelê Rojavayê Kurdistanê û qelskirina modela Rêveberiya Xweser e.  Ew her wiha hewl dide ku ew modela siyasî û civakî ya ku li wir hatiye avakirin bê tesîr bê hiştin û ji holê bê rakirin. Lê belê Gelê Kurd her tim li berxwe dide hem mafê xwe hem jî mafê gelên dinê diparêze. Jin pêşengiya têkoşînê dikin û li berxwe didin. Bi pêşengiya jinan pergala aştiyê û demokrasiye tê parastin.”
 
‘Gelê Kobanê hêviya xwe diparêze’
 
Maçîda Hêsûn diyar kir ku dorpêça li ser Kobanê jî bandoreke neyînî bi taybet li ser jin û zarokan kiriye û wiha pê de çû:”Kobanê di nav şert û mercên pir dijwar de ma. Dorpêç û astengiyên aborî, kêmkirina alîkariyên mirovahî û pirsgirêkên jiyanê rojane, jiyana gelê wir dike nava zehmetiyê. Ji ber dorpêça li Kobanê gel ji mafê xwe yê tendirustiyê jî bêpar ma. Gelek kesên bi nexweşiyên giran ketin nava rewşeke xeter. Her wiha ji ber av û karebe hatin qutkirin vê yekê bandoreke mezin li ser jiyana gel kir. Zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Ev li dijî mafê mirovahiyê ye. Lê belê, têkoşîna gel û berxwedana wan nîşan dide ku ew li hember zehmetiyan rawestin û hêvîya xwe diparêzin.”
 
‘Êriş li dijî paradîgmayê ye’
 
Maçîda Hêsûn bi lêv kir kuk êriş raste rast li ser paradîgmaya hevjiyana gelan û wekheviyê ye û wiha dewam kir:”Erê, gelek kes van êrişan wekî êrişek li ser paradîgmaya hevjiyana gelan û wekheviyê dibînin. Ji ber ku modela ku li wir hatiye pêşxistin li ser bingeha hevjiyana azad, xwişk û biratiya gelan û mafên jinan hatiye avakirin. Ev paradigmaya mafê hemû pêkhateyan di nava xwe de vedihewîne. Ev yek jî ne li gor berjewendiyên hêzên hegemon e. Ev pergal dikare ji Rojhilata Navîn û cîhanê re bibe mînakeke baş. Ji ber ku ev pergal azadî, aştî, demokrastî û wekheviyê diparêze. Êrişa li dijî vê pergalê êrişa li dijî azadî, aştî, demokrasi û wekheviyê ye. Em ê jî li dijî êrişan xwe biparêzin û têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Hêzên navneteweyî berjewendiyên xwe diparêzin’
 
Maçîda Hêsûn di êrişan de rola Tirkiye, Sûdî Erebestîn, Qatar û hêzên navneteweyî jî wiha şîrove kir:” Hêzên navneteweyî berjewendiyên xwe diparêzin. Tirkiye, Sûdî Erebîstan û Qatar di çarçoveya siyaseta herêmî û berjewendiyên xwe de tevlî bûne. Her welat li gorî siyaset û berjewendiyên xwe hereket dikin. Hêzên navneteweyî jî pir caran li gorî hesabên xwe yên siyasî û stratejîk helwestê digirin, ne li gorî daxwaz û mafên gelan. Ev welatana çavên xwe ji êriş û komkujiyan re digirin. Naxwazin kurd û gelên dinê li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn. Lê belê ya girîng daxwaz û mafên gelan ên rewa ne. Divê berjewendiyên gel esas bê girtin. Divê di çarçoveya jiyaneke azad û wekhev de hemû hêz nêz bibin. Yan na wê encam komkujî be.” 
 
‘Li dijî êrişan divê her kes dengê xwe bilind bikin’
 
Maçîda Hêsûn diyar kir ku di şer de yên herî zêde bi bandor dibin jin û zarok in û wiha dewam kir:”Di her şer û pevçûnan de, jin û zarok herî zêde mexdûr dibin. Revandin, koçberkirin û şert û mercên dijwar ên jiyanê bandoreke giran li ser wan dihêle. Ev rewş diyar dike ku civaka navneteweyî divê zêdetir berpirsiyariyê bigire û mafên sivîl bi taybetî mafên jin û zarokan biparêze. Ji ber ku di êrişên li ser Rojava de gelek zarok hatin kuştin, jin hatin revandin, tecawiz û destdirêjî li hemberî wan hatin kirin. Gelek kes hatin revandin û berdêla berdana wan de fidye ji wan hat xwestin. Gelek kes koçber bûn. Malên wan hatin talankirin. Ev sûcê mirovahiyê ye û divê pêşî li vê yekê bê girtin. Ji bo komkujî pêk neyên, ji bo jin û zarok mexdûr nebin divê her kes dengê xwe bilind bikin. Li dijî êrişan divê her kes dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Rola jinan gelekî girîng e’
 
Maçîda Hêsûn di têkoşîna Rojavayê Kurdistanê de rola jinan jî wiha nirxand:”Rola jinan a di Rojavayê Kurdistanê de gelek girîng e. Jin ne tenê di warê leşkerî de, lê di siyasî, civakî û perwerdehiyê de jî rola pêşeng girtine. Ew bûne sembola berxwedan û guherînê. Bi vê serkeftin û guhertinê ji jinên cîhanê re jî dibin mînak. Jin dema ku bi awayekî azad tev bigerin dikarin civakê jî azad bikin. Divê jin li her derê di mekanîzmayên biryardayinê de cihê xwe bigirin. Ev ne helwesteke ji rêzê ye. Pêşengiya jinan dikare bandorê li ser gelek geşedanên baş bike.”
 
‘Li Rojhilata Navîn jiyaneke azad û wekhev pêwist e’
 
Maçîda Hêsûn bal bir ser bandorên şerê di navbera Îran û Îsraîlê de jî û wiha dewam kir:”Di herêmê de roleke girîng a Îranê heye. Her alozî û pevçûna li Îranê dikare bandoreke mezin li ser welatên dinê jî bike. Dikare bandorê li ser rewşa siyasî û ewlehiyê bike. Dikare bandorê li ser paradigmaya azadiyê bike. Ev dikare bandorê li ser hevsengiya herêmî û rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê jî bike. Loma em her tim dibêjin jiyaneke azad û wekhev pergaleke di vê çarçoveyê de ji bo hemû Rojhilata Navîn pêwist e. Ji bo ev şer raweste pêdivî ji pergaleke wiha heye. Ev pergala azadî, aştî û demokrasiyê xizmetê ji berjewendiyên gelan dike. Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dikare gelek talûke û texrîbatan jî bi xwe re bîne. Ji bo pêşî li vê yekê bê birîn li Rojhilata Navîn helwesteke li ser esasên wekheviya gelan lazim e.”
 
‘Pêdivî çareseriyeke siyasî ye’ 
 
Maçîda Hêsûn diyar kir ku ji bo pirsgirêk çareser bibin pêdivî ji çareseriyeke siyasî heye û wiha got:”Ez dixwazim bêjim ku çareseriya herî baş a van pirsgirêkan rêya axaftin û çareseriya siyasî ye. Parastina jiyana sivîlan, mafên mirovan û pêşxistina aştiyê divê bibe armanca hemû aliyan. Ev di heman demê de helwesteke mirovî ye. Li ser vî esasî encax em bikaribin jiyaneke azad pêş bixin. Li vir dîsa rola jinan jî gelekî girîng e. Divê di çarçoveya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ de em rêxistinbûyin û têkoşîna xwe hîn xurt bikin. Divê hemû jinên cîhanê ji jinên li Rojhilata Navîn tên çewisandin bibin deng û hêvî. ”