Daxwaza xizmên girtiyan azadiya Abdullah Ocalan e
- 09:06 5 Adar 2026
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Ayfer Yildirim da zanîn ku tevî pêvajoyê binpêkirinên mafan li girtîgehan didomin û got yekane daxwaza xizmên girtiyan û malbatan, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ye.
Di ser banga "Aştî û civaka demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir re, salek derbas bû. Seranserê salekê geşedanên cuda bên jiyîn jî rojeva esas a gel azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û girtiyên nexweş bû. Lê tevî pêvajoyê binpêkirinên mafan didomin.
Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyên Egeyê (EGE-TUHAYDER) Ayfer Yildirim, da zanîn ku binpêkirinên mafan û tecrîda li girtîgehan didome û daxuyakirin ku divê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bigihêjin azadiya xwe ya fîzîkî.
‘Li girtîgehan zext zêde dibin’
Ayfer Yildirim destnîşan kir ku banga "Aştî û Civaka Demokratîk" bi gel re hêviyek mezin afirandiye û wih agot: “Di vê pêvajoyê de nûnerên siyasî û saziyên demokratîk ji bo pêvajoyê rast ragihînin kedek mezin dane û berdewam kir," Qada me eleqeder dike raste rast girtîgehin. Zextên li ser girtiyan her diçin zêde dibin. Her cureyê tundiyê bi taybet ya psîkolojîk gelek zêde ye. Pirsgirêkên aborî tên jiyîn. Niha pêvajoyek heye û ev bi civînan tê vegotin, pêvajo tê ragîhandin. Ger wekheviyeke bê avakirin divê ewil dewlet di mijara girtiyan de malbatên girtiyan de gavê bavêje. Malbat û girtî vê dixwazin. Ev pêvajo hemû gelan eleqeder dike. Ji bo aştiyeke bê avakirin divê jidilbûn hebe.”
‘Ji bo girtiyên nexweş divê hewldanek taybet hebe’
Ayfer Yildirim balkişand ser tecrîda li ser girtiyan û wiha bi lêv kir: “Tecrîd hîna heye û giran dibe. Li gorî agahiyan pêvajoya dawî hîn bi xoftire.Hem di alî psîkolojîk hem di alî aborî de. Piranî girtî pirsgirêkên aborî dijîn. Piranî malbatên wan ne li virin. Malbat dixwazin pere bişînin lê ev jî sûc tê hesibandin. Her cureyê bipêkirina maf tê jiyîn. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser hemû girtiyan heye. Li ser gelên Tirkiyeyê tecrîd heye. Em bang dikin ku desthilatdarî li gorî hiqûqa gerdunî tevbigere. Divê ji bo girtiyên nexweş hewldaneke taybet hebe.”
‘Divê di serî de Birêz Ocalan û hemû girtî azad bin’
Ayfer Yildirim wiha dawî lê anî: “Mafê hêviyê ji bo hemû girtiyan girîng e û divê pêk bê. Ger ku behsa aştî û wekheviyê dikin behsa Komara Demokratîk bikin ev wisa nabe. Daxwaza me eve. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan, jib o Birêz Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî pêk bê. Ev daxwaza me pir zelale. Divê Birêz Ocalan û hemû girtî azad bin. Em di aştiyê de bi israr in. Em dibêjin aştî û demokrasî. Hewcedariya me bi edalet û aştiyê heye. Daxwaza gel jî ev e ku demildest girtiyên siyasî azad bin.”







