Ji jinan peyama 8’ê Adarê: Bila şer bi dawî bibin, bijî azadî
- 09:02 5 Adar 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn- Oznûr Deger
WAN - Jinan der barê 8’ê Adarê de nirxandin kirin û wiha gotin: “Welat veguheriye goristana jinan. Bila êdî jin nemirin. Bila şer bi dawî bibın. Bijî azadî.”
Tevgera Jinên Kurd (TJA) û rêxistinên jinan ku bi dirûşmeya ‘em bi berxwedanê azad dibin civaka demokratîk dihûnin’ 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin, li hemû bajar û qadan der barê 8’ê Adarê de xebatan dimeşînin. Di vê dema ku jin tên qetilkirin, gumanbar bêceza t3en hiştin û jin ji her qadê tên îzolekirinê de, jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin û daxwaza wan azadiye.
‘Welat veguheriye goristana jinan’
Me li kolanên Wanê peyama 8’ê Adarê ya jinan pirsî. Jinên Wanê der barê 8’ê Adarê de axivîn û wiha gotin: “Welat veguheriye goristana jinan. Bila êdî jin nemirin.Bila şer bi dawî bıbe û bijî azadî. Bi hezaran jin tên qetilkirin. Bila jin azad bin. Bila mêr bên cezakirin. Bila saleke azad be. Em 8’ê Adareke ku jin û zarok nayên qetil kirin dixwazin. Bila jin azad bin, bi awayekî azad biaxivin û bila tundî tunebe. Gumanbar nayên cezakirin. Em edaletê dixwazin. 8’ê Adarê ne pîrozbahiye, roja têkoşînê ye. Divê polîtîkayên darazê bên rastkirin.”







