Ji bo Fatma Nur û zaroka wê li ber wezaretê çalakî

  • 19:26 4 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE- Platforma Jinan a Enqereyê li ber wezareta dadê daxuyanî da û banga ‘Bila kujerê Fatmanur Çelîk û Hîfa Îkrayê, Ayhan Şenguler bê girtin. Bila der barê wezîr Mahînur Ozdemîr Goktaş de lêpirsîn bê destpêkirin’ hat kirin.
 
Platforma Jinan a Enqereyê der barê mirina biguman a Fatma Nur Çelîk û zaroka wê  Hîfa Îkra Şenguller ku li perava navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê cenazeya wan hat dîtin de li ber wezareta Dadê çalakiya protestoyî pêk anîn.
 
Endama Platformê Naz Dere daxuyanî xwend û da zanîn ku Fatmanur Çelîk ya li ber avahiya edliyeyê nobeta xwe didomand di 5’ê Gulanê de runiştina wê dihat dîtin. Naz Dere daxuyaniya wezareta malbatê ya ku dayik Fatma Nur Çelîk sûcdar dikir bibîr xist û got: “Dewletê jina ku bi mehan bû li ber deriyê edliyeyê nobet digirt neparast.Em ê hesabê Fatma Nur û Hîrayê bipirsin. Bila demildest der barê berpirssan de  lêpirsîn bê vekirin. Bila gumanbar Ayhan Şenguller demildest bê girtin. Bila weqfên Xizmeta Kuranê û hemû weqfên girêdayê tarîkatê bên girtin.”