Jiyana girtiyên li Girtîgeha Evînê di xeteriyê de ye
- 15:05 4 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Parastina Rojnamevanan dibêje herî kêm 15 rojnamevanên ku li Îranê hatine girtin jiyana wan di xeteriyê de ye. Komîte bang li rayedarên Tehranê kir ku wan tavilê, bê şert û merc serbest berdin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan, di daxuyaniyekê de balkîşand li ser rewşa rojnamevanên di girtîgehên Îranê de û got: “Fikarên cidî li ser rewşa xebatkarên medyayê yên di girtîgeha Îranê de heye. Em bang li rayedarên Îranê dikin ku hemû rojnamevanan bêyî derengmayînê serbest berdin.
Li gorî komîteyê, herî kêm 15 rojnamevan li Îranê girtî ne.
Komîteya Parastina Rojnamevanan diyar kir ku Zindana Evîn li taxeke Tehranê ye ku artêşa Îsraîlê bang li niştecihên wê kiriye ku derkevin, ev yek jî gefek cidî li ser jiyana girtiyan çêdike. Zindan di şerê sala 2025’an yê di navbera Îran û Îsraîlê de cardin bûbû hedefê êrişan. Di encamê de herî kêm 80 kes, di nav wan de girtî û xebatkarên civakî jî hebûn, hatin kuştin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) diyar kir ku divê rojnamevan nekevin ber baca gurrbûna pevçûnan û divê gihîştina wan a xwarin, xizmetên bijîşkî û têkiliya wan bi cîhana derve re were garantîkirin.







