Kirmaşan û bajarên din ên Rojhilat hatin bombebarankirin
- 16:40 4 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Îsraîl û Amerîka yên li dijî rejîma Îranê bi dijwarî didomin. Ji vê sibehê ve gelek caran bajarê Kirmaşan û çend deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bombebarankirin. Li aliyê din jî Supayê Pasdaran bi cilûbergên sivîl belav bûne û gefan li welatiyan dixwin.
Di roja 5´an de êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê didomin. Îro gelek caran baregeh û navendên leşkerî yên rejîma Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî hatin bombebarankirin.
Hat zanîn ku di êrişên bi rêya balafirên şer û mûşekan de, avahiyên rejîmê yên li Tehranê, Şîraz, Esfehan, Kirmaşan, Bane, Serdeşt, Urmiye, Qum, Zahîdan, Bender Ebas, Bendera Kong li Kerecê, Ciwanro, Seqiz û Meşhedê hatine bombebarankirin.
Li aliyê din tê gotin ku Supayê Pasdaran li bajarê Merîwan û Hewramana Rojhilat hin baregehên xwe vala dike. Li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê jî hêzên ser bi Supayê Pasdaran bi cilûbergên sivîl li nava bajêr belav bûne, hewl didin tirsê di nava xelkê de çêkin.
Ji ber baregeh û avahiyên hêzên rejîmê nêzî cihên niştecihbûnê ne, tê gotin ku di encama êrişan de gelek sivîl jî jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Lê heta niha hejmarek zelal a kuştî û birîndarên sivîl nehatiye belavkirin.







