Li Darmstadtê ji bo Rojava meş hat lidarxistin
- 22:48 2 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Darmstadt a Elmanyayê ji bo 1’ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê, meşek girseyî hat lidarxistin û daxwaza statuya Rojava hat kirin.
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo 1’ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê bi daxwaza statuya Rojava meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Meclisa Jinan a Roza û Meclisa Gelê Kurd a Darmstadtê ve hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Luisenplatzê kom bûn û pankart û dovîzên şoreşa Rojava silav dikirin hilgirtin. Di meşê de dema girse di kolan û qadên herî qerebalix ên Darmstadtê re derbas dibûndirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rêber Apo" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Rojava diyar kirin.
Daxuyaniyên ku di meşê de hatin kirin bal kişandin ser têkoşîna azadiya jinan û destketiyên demokratîk ên li Rojava hatine bidestxistin. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku naskirina statuya Rojava wê ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk gaveke girîng be.
Meş bi mîtînga li Schlossplatzê bi dawî bû. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku têkoşîna gelê Kurd ne tenê leşkerî ye, di heman demê de li ser azadiya jinan, wekheviya gelan û jiyana demokratîk jî hatiye avakirin.
Mîtîng bi dirûşmeyên "Bijî YPG” û “Bijî YPJ" û bangên ji bo piştgiriya şoreşa Rojava bi dawî bû.







