Li Qoserê kesên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

  • 22:46 2 Sibat 2026
  • Rojane
MÊRDÎN – Li gundê Heremhedat a Qoserê li malekê de ji ber şewata derket de jinek jê 2 kesên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin. 
 
Li gundê Heremhedat a navçeya Qoser a Mêrdînê di malekê de ji ber sedema nehat zanîn şev şewat derket. Di şewata derket de Azîze Kuzu û hevjîna wê Hamît Kuzu jiyana xwe ji dest da. Kesên jiyana xwe ji dest dan li goristana gund hatin definkirin.
 
Her wiha 2 kesên din ên ku giran birîndar bûn jî sewqî Nexweşxaneya Faqûlteya ya Amedê hat kirin. Tedawiya wan hîn jî berdewam dike.
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.