Li Ewropayê konferansa yekem a KJAR’ê hat lidarxistin

  • 15:07 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Fermandariya Hêza Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê Rojîn Fasih Rojhilatî di peyama ji konferansa KJAR’ê re şand de diyar kir ku rejîma Îranê ji bo lawazkirina hemû civakan û kolekirinê serî li polîtîkayên kolekirina jinan daye.
 
Duh di 31’ê Çileyê de Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) konferansa xwe ya yekem li bajarê Kolnê yê Elmanya li dar xist. Di konfernasa ku bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê dest pê kir de nirxandinên siyasî û rêxistînî hatin kirin. Her wiha endama Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Rojîn Fasih Rojhilatî peyamek bi dîmen ji konferansê re şand û wiha got: “Rejîma Îranê herî zêde çekê bi kar tîne. Ji ber vê em jin di vê qada têkoşîna xwe berfireh dikin û em ê bi têkoşîna xwe çekên wan bê bandor bikin. Di rasteka siyasî, îdeolojîk de divê em berê van çekan bidin wan.”
 
‘Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji her demê zêdetir bi hêz e’
 
Endama Konseya Rêveberiya KJAR’ê Meryem Fethî axivî û wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Bi saya şehîdan, li Kurdistanê şoreşa azadiya jinan bû xwedî wate. Baweriya me ya bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji her demê zêdetir bi hêz e.”
 
Her wiha nirxandinek der barê 2026’an de pêşkêş kir û li gorî KJAR’ê wê îsal nebe salek ji rêzê, dibe ku diyarker be.”   
 
Meryem Fethî da zanîn ku serhildanên li Îranê, çavkaniya xwe ji karekterê antî-demokratîk ê rejîmê girtiye û got: “Civaka Îranê serî li ber rejîma Îranê natewîne û îro îhtimala hilweşîna rejîmê ji her demê zêdetir e. Di van şertan de divê jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li Ewropayê di qadên cuda de zêdetir xwe bi rêxistin bikin û piştevaniya di navbera jinan de xurt bikin. Azadiya jinan, azadiya civakê ye.”
 
Peyama KJAR’ê
 
KJAR’ê di peyama xwe ya ji bo konferansê de ev tişt got: “Diyardeya cudabûna zayenda civakê, zewaca di temenê biçûk de, pirzewacî, jinan ber bi fuhûş, bikarnaîna medeyên hişbir û sîxuriyê ve dibin. Ev di civaka îranê de berhemên tundiya li dijî jinan e.” KJAR’ê banga guherîna pergala serdest û jiyana hevpar a azad kir.