Xelkê Qeladizê bi meşek girseyî piştgirî dan Rojavayê Kurdistanê
- 15:51 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşek lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmên li dijî êrişên çetan û piştgiriya bi Rojava re berz kirin.
Li bajarokê Qeladiz ya ser bi îdareya Raperînê meşeke girseyî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di meşê de xwenekar, mamosta, karmend û xelkê bajêr amade bûn.
Di meşê de bênavber dirûşmên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatin berzkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye bi rojane li hemû navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê xelk ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li qadane.







