Xelkê Qeladizê bi meşek girseyî piştgirî dan Rojavayê Kurdistanê

  • 15:51 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşek lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmên li dijî êrişên çetan û piştgiriya bi Rojava re berz kirin.
 
Li bajarokê Qeladiz ya ser bi îdareya Raperînê meşeke girseyî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di meşê de xwenekar, mamosta, karmend û xelkê bajêr amade bûn.
 
Di meşê de bênavber dirûşmên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatin berzkirin.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye bi rojane li hemû navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê xelk  ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li qadane.