Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê êrîşên li ser Rojava şermezar kir
- 21:45 20 Çile 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê êrişên li ser Sûriye û Rojava şermezar kir û diyar kir ku aramiya Rojhilata Navîn bi rêveberiya xweser pêkan e.
Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê li rêxistina DEM Partiyê taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliyê derbarê êrişên çêteyên HTŞ û SMOyê ên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyaniyek da. Girseya ku tevlî daxuyaniya bû ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin, ji bo protestokirina dorpêçê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist.
Girseyê dirûşmeyên “Bijî Berxwedana YPG/YPJê”, “Kurdistan dê ji faşîstan re bibe goristan” û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan li ser navê platformê daxuyanî xwendin.
Fulya Erdogan diyar kir ku armanca van êrişên li ser Sûriye û Rojava rasterast rêxistinbûn û kirdebûna kurdan e û got: ‘’Her wiha ev êriş ne tenê li ser gelê kurd, êrîşeke li ser fikra wekheviya gelan û pêkvejiyanê ye. Em dîsa bi israr dibêjin ku ji bo aramiya Rojlhilata Navîn pêwistiya me pergala rêveberiyên xweser hene. Ancax bi rêveberiyên xweser em dikarin li ser pêşeroja Sûriye û Rojava biaxivin.’’
Fulya Erdagan dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku şer li ku dera dinyayê be em ê li dijî wê biskenin û
got: ‘’Heta hetayê em ê li dijî êrişên li ser gelê kurd bin,. Heya ji me bê em ê konspeta şer û polîtikayên xerakirina demografiyê red bikin.’’
Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û çepikan bi dawî bû.







