Nesrîn Ebdullah Divê her kes bêje ez heme

  • 21:34 20 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Nesrîn Ebdullah helwesta Kurdistaniyên li dîasporayê silav kir û got "Divê her kes bêje ez heme."
 
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji eniyên berxwedanê yên Kobanê peyameke bidîmen ji bo kurdistaniyên li dîasporayê şand.
 
Peyama Nesrîn Ebdullah wiha ye:
 
"Silav û rêz ji bo gelê me yê berxwedêr ê ku her çendî li erdnîgariyeke dûrî Kurdistanê dijîn, lê rihê wan, dilê wan li vê derê lê didin, mêjiyê wan vê ji wan re dibêje yan em ê bi rûmet bijîn, yan jî dê jiyan ji bo me heram be. Gelê me yê berxwedêr ku îro li dûrahiya welat dijî, lê bi hesreta ku kêliyeke din li welat vegere, îro li ser pêyan e û piştgiriya vê berxwedanê dike.
 
Wek YPJ û YPG, wek gelê Kobanê, wek gelê Rojava bi hestê neteweyî, bi rihê neteweyî, bi Kurdistanîbûyînê em we silav dikin.
 
Em di kêliyên dîrokî re derbas dibin. Di van kêliyên dîrokî de divê her kes bêje ez heme. Ji bo wê em li vir in. Em ê têkoşîna rûmetê bikin û em ê berxwedana şerefê bikin. Bi rihê xwe yê kurdistanî, bi rihê jinan, li wê dera hûn jî bi rihê kurdistanî, bi helwestên tijî hesret, bawerî, hêvî, berxwedan, serbilindahî, bi helwestên ku namûs xwe tê de îfade dike, raber bikin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Em soz didin we, li vir dê dijmin şad nebe. Li vir gelê bişeref û namûs hazir e ku soz daye vê axê û goristanên şehîdan biparêze û xwedî li sozên xwe derkeve. Ji dilê Kobanê heya her cihekî ku Kurd lê dijîn em we silav dikin û em li benda we ne bi piştgiriyên ku cîhanê bihejîne, helwesta xwe nîşan bidin.
 
Em ê her tim serkeftî bin, em ê her tim hebin, em ê her tim kurdistanî bin, ji derveyî serkeftinê, jiyaneke birûmet û şanaz tiştekî din qebûl nekin. Careke din em we silav dikin û dibêjin berxwedan jiyan e. Her bijî Kurdistan.”