Abîgaîl Bod ji bo Rojava û Rojhilat banga piştevaniyê kir
- 12:26 16 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Kesk a Awustralyayê Abigail Boyd, êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û herêmên Rojava şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava û Rojhilatê Kurdistanê anî ziman.
Abigail Boyd got, "Rojava ku bi pêşengiya Kurdan weke rêveberiya xweser tê zanîn û li bakurê Sûriyeyê cih digire ku di bin serokatiya Kurdan de hatiye avakirin, di bin gefek mezin a hebûnê de ye. Rejîma Sûriyeyê û milîsên Îslamî armanc dikin ku rêveberiya xweser a Kurdan bi rêya tundî, zordarî û koçberkirina bi zorê ji holê rakin."
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Hefteya bihurî li Helebê ji ber pevçûnên ku 5 roj dom kir, bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û bêhtirî 150 hezar kes neçar man koçî herêmên di bin kontrola rêveberiya Kurdan de bibin.
Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê, li dijî zordariya rejîma Îranê bi pêşengiya Kurdan berxwedanek xurt dewam dike. Li dijî gelê ku daxwaza azadî, rûmet û mafê çarenûsê dike, siyaseta girtinên komî, darvekirin û cezakirinên kolektîf bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn.
Ji bo xurtkirina hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd re û destek dayîna rêveberiyên xweser ên Rojava û Rojhilat, em ê di 17’ê Çileyê de li Town Hall a Sydney bên ba hev.
Ji ber ez li Sydney bi gelê Kurd û parêzvanên mafên mirovan re di heman xetê de disekinim, gelek serbilind im. Em bi hev re deng didin banga navneteweyî ya ji bo parastina Kurdistanê.”







