Li herêma Marmarayê çalakiyên 25’ê Mijdarê
- 23:04 25 Mijdar 2025
- Rojane
STENBOL- Lig elek bajarên herêma Marmarayê bi pêşengiya jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tuniya li ser Jinan a Navneteweyî çalakî hatin lidarxistin. Jinên tevî qedexeyan daketin kolanan, li Tekîrdag, Kocaelî û Çanakaleyê li dijî tundiya mêr-dewletê meşiyan û peyama têkoşînê dan.
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tuniya li ser Jinan a Navneteweyî li Marmarayê bi berxwedana xurt a jinan hat pêşwazîkirin.
Çanakkale
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Çanakkaleyê bi dirûşmeya ‘ji bo jiyan û azadiya me têkoşîn’ bi sedan jin li ber Golf Çay Bahçesî hatin gel hev.
Jinan dovîzên ‘qetilkirinên jinan polîtikin’, ‘Rojîn Kabaîş serhildana me ye’ hildan û dirûşme berzkirin, heta Qada Îskeleyê meşiyan.Îcla Gîtmez daxuyanî xwend û diyar kir ku wê li dijî tundiya li ser jinan têkoşîna xwe mezin bikin.
Tekirdag
Bi pêşengiya Piştevaniya Jinan a Çerkezkoy ya Tekîrdagê, jin li Qada Çerkezkoy a Şaredariyê hatin gel hev û li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin. Gîzem Kaplan daxuyanî xwend diyar kir ku ew jin li dijî tundiyê bêdeng namînin.
Kocaeli
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Kocaeliyê jin li ber Banka Navendê hatin gel hev. Bi sedsan jinên hatin gel hev ji wir meşiyan Qada Bajar a Kocaeliyê. Li ser navê girseyê Zeynep Turku Saraç daxuyanî xwend û balkişand ser komkujiya li Dîlovasi û got ewlehiya kar tune hatiye hesibandin, keda jinê hatiye binpêkirin.









