Li Çewlîkê peyama ‘Em 25’ê Mijdarê bi hêviya aştiyê pêşwazî dikin’
- 21:54 25 Mijdar 2025
- Rojane
ÇEWLÎG - Li Çewlîgê ku jinan cara yekemîn meşa şevê pêk anîn, têkoşîna ku ji Mîrabelan heta îro hatiye bibîr xistin û ji bo jiyaneke azad û bê tundî banga mezinkirina avakirina aştiyê kirin.
Li Çewlîgê bi pêşengiya Platforma Jinan a Çewlîgê cara yekemîn meşa şevê pêk hat. Meş ji taxa Uydukent destpê kir û jinan pankarta ‘bi civaka demokratîk berbi jiyana azad û bê tundî’ vekirin. Jin heta ber Kalîum AVM’ê meşiyan û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘qetilkirinên jinan polîtîkin’ berz kirin.
‘Em bi hêviya avakirina aştiyê pêşwazî dikin’
Sekretera Şaxa Egîtîm Sen a Çewlîgê Gamze Nur Arsalan li ser navê platformê daxuyanî xwend û diyar kir ku wê 25’ê Mijdarê de bibin dengê hemû jinan û wiha vegot: “Em bi mîrateya ji Mîrabelan heta îro, jiyaneke bêtundî û azad bi civaka demokratîk dihûnin. Em vê 25’ê Mijdarê bi hêviya avakirina aştiyê pêşwazî dikin.”
‘Divê têkoşîna me mezin bibe’
Endama Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, Şevval Tuker jî balkişand ser mirinên guman yên jinan û got wê têkoşîna wan li dijî tundiya li ser jinan mezin bibe.
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.









