Şaredariya xebatên jinan vegotin
- 18:34 21 Mijdar 2025
- Rojane
WAN - Neslîhan Şedal di civîna der barê xebatên jinan de axivî û da zanîn ku aştiya ku jin têde tunebinne aştiye û got wê li her derê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin.
Bi pêşengiya şaredariya Ebaxê di çarçoveya 25’êMijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşmeya ‘ji bo jiyanek azad û bê tundî gotina me neqedyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ der barê nasandina navendên piştevaniya jinan yên Wanê de civî pêk hat.Civîn li Salona Baroya Wanê pêk hat. Hevşaredar, rêxistinên jinan û nûnerên jinan yên rêxistinên girseya demokratîk tevli bûn.
Hevşaredara Ebexê Hatîce Atabay Gundogdu axaftina vekirinê kir û xebatên dimeşînin vegot û got atolyeyên jinan, navenda jiyanê û bîhndanê a jinan vekirine û got bi armanca îstîhdamê atolye pêk anîne.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê bû û hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal jî axivî û daxuyakirin ku ji bo jin gotina xwe bêjin bi dirûşmeya ‘jin jiyane jiyan bixwe bi rêvebirine’ xebatmeşandine û da zanîn ku ew xwedî hêza ku dikarin jiyaneke wekhev û azad ava bikin. Neslîhan Şedal her wiha balkişand ser polîtîkayên qeyûm û got xespkirinên qeyûm hîna didiomin.Neslîhanê hemû xebatên jinan yên dimeşînin jî vegot.
Hevberdevka Konseya Bajar Sevgî Ozdînç jî axivî û got riya wan dirêje lê têkoşîna wan didome.
Piştre hemû şaredariyên navçeyan xebatên xwe vegotin.
Civîn di dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.







