TJA’yê bertek nîşanê beratkirina gumanbar Burak Ercan da

  • 17:31 21 Mijdar 2025
  • Rojane
 
AMED – TJA’yê bertek nîşanê beratkirina gumanbar Burak Ercan ku li Cizîrê destdirêjî li 38 zarokî kiribû, da û got: “Em jin dibêjin ku , îstîsmar ne sûcekî şexsiye, teşeyê rêxistibûna tundiya mêr-dewletê ye.”
 
 Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê bertakirina gumanbar Burak Ercan yên li Cizîr a Şirnexê destdirêjî li 38 zarokî kiribû de, li ser çapemeniya civakî daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de  hat diyarkirin ku doza destdirêjiya li hember 38 zarokî parçeyeke rêbaza şerê dewletê ye û wiha vegot: “Ev doz yek ji mînakên herî balkêş ya zîhniyt ku mafê jiyana zarokan tune dihesibîne, mînaka polîtîka bêcezahiştina sûcên li herêmê ye. Em parastina mamosteyê gumanbar qebûl nakin.”
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat daxuyakirin ku yên ku destdirêjiya li hember zarokan vedişêrin, bi kesên ku heqîqetê reş dikin û  îradeya gel teslîm digirin re xwedî heman zîhniyetê ne û wiha dawî lê anî: “Navê polîtîkaya bi salane li Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin zelale:Ev polîtîka şer ya ku jin û zarokan hedef digire ye. Lê wê nikaribin serê vê bûyerê bigirin.   Em ê şopdarê hemû sûcên ku li Kurdistanê tên kirin bin.”