Li Qoserê mirina bi guman a jinekê

  • 19:15 4 Mijdar 2025
  • Rojane
MÊRDÎN – Li Qoserê jina bi navê Yuksel Çakir li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Qoser a Mêrdînê jina bi navê Yuksel Çakir, li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da. Di saetên sibehê de  xizmên wê ku agahî ji Yuksel Çakir nehat girtin agahî dan ekîbên polîs û tenduristyê.  Ekîbên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Yuksel Çakir jiyan axwe ji dest daye.
 
Cenazeya Yuksel Çakir rakirin morga nexweşxaneya dewletê.  Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.