MKG li Êlihê komxebata rojnamegeriyê li dar dixe

  • 16:17 4 Mijdar 2025
  • Rojane
ÊLIH - MKG dê di navbera 8-9'ê Mijdarê de li ARI-DER'a li Êlihê bi beşdariya xwendekarên zanîngehê û jinên ciwan komxebata rojnamegeriyê li dar bixe.
 
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo xurtkirina tecrûbeyên xwendekarên zanîngehê û jinên ciwan di rojnamegeriyê de "Komxebata Rojnamegeriyê" li dar dixe. Komxebat dê di navbera 8-9'ê Mijdarê de, ji saet 13:00 heta 17:00 li Komeleya Lêkolîn û Çanda Zimanê Aryen (ARI-DER) a li Êlihê bê lidarxistin.
 
Komxebat dê ji hêla rojnameger Diren Yurtsever û Ceylan Akbaşli ve were birêvebirin. Diren Yurtsever dê li ser mijarên "Nûçe çi ye?", "Nivîsandina nûçeyan" û "Rojnamegeriya ku li ser wekheviya zayendî disekine perwerdehiyê bide. Ceylan Akbaşli jî dê di heman demê de perwerdehiya pratîkî li ser "Bikaranîna kamerayê", "Goşeyên kamerayê" û "Goşeyên wênegirtinê" perwerdê bide.