 
				Li Fransayê polîsan avêtin ser komeleya kurdan
- 10:45 23 Îlon 2025
- Rojane
	NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Draguignan ê Fransayê, polîsên Fransayê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd.
	Li gorî agahiyan, lêkolîna li avahiya komeleyê dewam dike û çar endamên komeleyê jî li mala xwe hatin binçavkirin.
	Di daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Draguignanê de hate ragihandin ku serdegirtina polîsan li navendeke civakê nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirn.
	Navenda Civakê bang kir ku dest ji krîmînalîzekirina gel û saziyên kurdan berdin û bang li Kurdistaniyên li Draguignanê jî kir ku xwedî li komeleya xwe derkevin.
				
 
				 
				 
				 
				 
				





