Li Şengalê TAJÊ pêngaveke nû ragihand

  • 14:30 30 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ber di nav civakê de zêdebûna xwekuştina jin û mêran pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwe Kuştinek Fermanek e’ ragihand
 
Li Şengalê ji ber sedema zêdebûna her cûre tûndûtujî her wiha xwekuştina jin û mêran Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li Parqa Şehîd Dijwar a Xanesorê, bi tevlibûna endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê pêngava ‘Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e’ bi daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand.
 
Daxûyanî bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin. Daxûyaniya zimanê kurdî ji aliyê Berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Riham Hico ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku civaka êzidî bi taybetî jin û ciwan ji her alî ve rastî êrîşên şerê taybet tên û wiha hat gotin: “Em wek jin û civaka Êzidî bi çand û baweriya xwe ya resen heta roja îro, kariye bi nasname û hebûna xwe bijîn û biparêzin. Me di oxira parastina wê de gelek berdêl dan, êş û azar kişand. Fermana 74’an yek ji van trajediyan bû lê rûxmî van êrîşan jî me li ber xwe da û em tu carî ji çand û nasnameya xwe dûr neketin.
 
Di roja îro de civaka me di her alî de rastî fermana spî tê. Hem ji hêla siyasî, çandî û bawerî ve, di heman demê de jî bi rêya şerê taybet û derûnî ev yek tê pêkanîn. Bi taybetî di şexsê jin û ciwanan de tevahî civaka me dibe hedefa van êrîşan. Di encama van êrîşan de, di nav civaka me de pirsgirêkên civakî her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybetî di van salên dawî de xwekuştin di nav civaka me de pir zêde bûye. Em vê rewşê ji bo civaka xwe pir xeter û metirsîdar dibînin. Ev rewş di şexsê jin û ciwanan de zêdetir tê jiyankirin. Li gorî hatî lêkolînkirin sedemên xwekuştinê ji ber zexta malbatê, pirsgirêkên aborî, bêhêvîtiya li hemberî jiyanê, di bin navê hezkirinê de rizandina exlaqî û hwd. in. Rûxmî ku di bawerî û cewherê Êzdayetî de jiyana komînal û wekhev heye lê ya ku niha tê jiyankirin ji vê ya  dûrketin e.
 
‘Heya ev hişmendî neyê derbaskirin dawî li xwe kuştina nayê
 
Di daxuyaniya pêngavê de TAJÊ bal dikişîne ser polîtîkayên ku li ser jin û ciwanan tên meşandin û ev tişt vedibêje: “Dîsa bi rêya bikaranîna telefon, înternet û medyaya dîjîtal ciwanên me ji rastiya çand û baweriya xwe têne dûrxistin û dibin hedefa şerê taybet. Piştî fermanê bi taybetî siyaseta koçberkirinê ya ji bo çûyîna Ewropayê bi gelek rêbazan li dijî civaka me tê meşandin. Rewşa miletê me yê li kampan dimînin jî bi heman rengî ye. Di wan rêyên koçberiyê de li wan kampan gelek bûyerên li dijî çand û baweriya me di nav civaka me de pêş dikevin. Yê ku dibin qurbaniyê vê rewşê jin û mêr in. Di civaka me de biqasî jinan, xwekuştina mêran jî pir tê jiyankirin. Di nava malê de jî di her alî de jin rastî tûndiya fîzîkî û derûniya zilam tê. Zewaca di temenê biçûk de jî pir berbelav bûye. Ev jî dibe yek ji sedema xwekuştina hem jinên ciwan û hem xortên ciwan. Di nava civaka me de zayendperestî, serdestiya mêr û paşverûtiyên civakî yên ku pêşî li newekheviya jin mêr vedike tên jiyankirin. Heta ku ev zihniyet neyê derbaskirin wê dawî li xwe kuştinan jî neyê. Wê civakekî azad û wekhev neyê avakirin.
Weke  civak divê bi ruhê seferbereyî em demildest li ser vê rewşa ku tê jiyîn rawestin. Divê ev rewş asayî û wekî qederê neyê dîtin û pêwîst e her yek ji me bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Di serî de divê her malbateke me xwe di ber perwerdekirina zarok û ciwanan de berpirsyar bibîne. Ji ber ku ciwan pêşeroja civaka me ne û parêzvanên çand, nasname û baweriya me ne.”
 
‘Kuştina her jinek sedama şoreşê ye’
 
TAJÊ di daxuyaniyê de bal dişîne ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje ‘kuştina her jinek sedema şoreşê ye’ û wiha pêde diçe: “Bi navê tevgera jin, rêveberiya xweser û tevahî sazî û dezgehên wê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka me jiyan dike, em xwe berpirsyar dibînin. Çawa ku em di nava 11 salan de li hemberî her cûre êrîşên siyasî, civakî, fîzîkî û çandî li ser piyan man û em ji civaka xwe re bûn hêz û îradeya çareseriyê, ji niha û pêde jî em ê ji bo vê tiştî têbikoşin. Hêz û çavkaniya têkoşîna me fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ji ber ku yê herî zêde pirsgirêkên civakî tehlîl dike û çareseriya wê pêş dixe Rêber Apo ye. Bi taybetî li ser kuştina jinê wiha dibêje; ‘Kuştina her jinekê sedema şoreşê ye.’ Lê di roja îro de her roj li her devera cîhanê jin têne kuştin. Di şexsê jinê de jî civak tê kuştin.”
 
Banga tevlibûna pêngavê
 
Daxuyaniya pêngava ‘Xwe nekuje, her kuştinek fermanek e’ bi vê bangê bidawî bû: “Li ser vê esasê, ji bo pêşî li xwe kuştinan were girtin em bi dirûşmeya ‘Xwe Nekuje, Her Xwe Kuştinek Fermaneke’ pêngavekî didin destpêkirin. Divê em êdî ji van xwekuştinan re bêjin bes e, ji ber ku xwekuştin ne çareseriye. Di serî de pêwîst e jin û ciwan ji vê pêngavê re pêşengtiyê bikin. Di heman demê de her ferdek civaka me jî ji vê berpirsyar e. Encax em bi rêya perwerde, zanebûn, xweparastin û rêxistinbûnê dikarin bibin hêza çareseriyê û pêşî li bûyerên xwekuştinê bigrin. Wê pêngava me li ser esasê xwe gihandin û perwerdekirina civakê be. Ji bo serxistina pêngavê em ê çalakiyên cûr be cûr li dar bixin. Em di wê baweriyê de ne, ger civaka me, jin û ciwanên me bi helwestekî hevpar tev li vê pêngavê bibin em ê pêşî li xwekuştina mirovên xwe bigrin.”    
   
Daxuyaniya TAJÊ bi dirûşma ‘Jin-Jiyan-Azadî’ bi dawî bû.