Ji Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê daxuyanî

  • 21:23 30 Cotmeh 2025
  • Rojane
ENQERE- Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser pêvajoyê nirxandinên berfireh hatine kirin û ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji aliyê avêtina gavên pêwîst ve li hev kirine.
 
Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re li Qasra Serokkomariyê hevdîtinek pêkanîn.
 
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Cigirê Serokê AKPê Efkan Ala jî tevlî hevdîtinê bûn. Hevdîtin nêzî seateke dom kir. Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî .
 
Daxuyanî wiha ye: “Di civînê de, me nirxandinên berfireh li ser qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên pêwîst ên pêşerojê kirin. Em bi kêfxweşî dibêjin ku me ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavên pêwîst ku divê bên avêtin li hev kir û em gihîştin fikreke hevpar.”