Şaredariya Peyasê bi hezaran zarok bi sporê re anî cem hev

  • 12:49 14 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê, bi hevkariya Klûba Oz Kayapinar Sporê, bi kursên sporê yên havînê ku hatin vekirin, bi hezaran zarok bi sporê re hatin cem hev. Piştî bidawîbûna kursan, şahiyeke sporê hate lidarxistin.
 
Bi kursên belaş ên ku şaredarî di warên futbol, basketbol, voleybol, tenîs û gelek şaxên din ên sporê de vekiribûn, bi hezaran zarokan derfet dîtin ku sporê bikin. Piştî bidawîbûna kursan, li Parka Sporê şahiyeke sporê hate organîzekirin. Di vê çalakiyê de Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dndar, endamên meclîsa şaredariyê, alîkarên hevşaredaran, zarokên ku beşdarî kursan bûbûn û malbatên wan amade bûn Hevşaredaran diyar kirin ku xebatên ji bo gihandina kursên sporê yên ji bo zarok û ciwanan ber bi qadên berfirehtir dewam dikin. Şahî bi pêşbirkên sporê û merasîma xelat dayînê ya madalyayan ji bo werzişvanên ku di pêşbirkan de bi ser ketin, bi dawî bû.