Nameya Abdullah Ocalan a ji bo eşîrên Ereb

  • 12:44 14 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji serokeşîr û rûspiyên Ereb re şand û got: “Hûn dikarin roleke girîng di avakirina Sûriyeya demokratîk de bilîzin. Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz in ji bo vê xwişk û biratiya dîrokî bi hev re dewam bikin.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re peyam şand. Abdullah Ocalan di peyama xwe de got: "Ez piştgirê xwişk-biratî û yekitiya gelê Kurd û Ereb im, ku ew xwedî bingeha dîrokî ye."
 
Peyama Rêber Apo ya ji bo eşîran wiha ye:
 
"Ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re:
 
Dostên hêja:
 
Destpêkê ez bi kêfxweşî, hezkirin û rêzdarî we silav dikim.
 
Yekîtî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e.
 
Hûn bi vê yekîtiyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin.
 
Di dilê dîrokê de, di navbera her du gelên Kurd û Ereb de têkilî hene. Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî Kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin. Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên Kurd û Ereb de ye. Ev têkiliyên xwişk-biratî yên di navbera her du gelan de piştî Îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket.
 
Ev yekîtiya ku hûn îro bi rê ve dibin ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye. Her wiha xwedî bingeha siyasî ye jî, ji lewre ev helwest û yekîtiya li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e û wateyek mezin didimê. Ez piştgiriyê didim xwişk- biratî û hevbendiya gelên Kurd û Ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye.
 
Li ser vê bingehê, me xwe bi pêş xist û me perspektîfên li ser bingeha xwişk-biratiyê û neteweya demokratîk danî. Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê Kurd û Ereb bi hev re bin. Ev jî bi piştgiriya we ji QSD'ê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji QSD´ê re xwedî girîngî û wateyek mezin e.
 
Dostên hêja:
 
Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil  de bilîzin. Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz in ji bo vê xwişk-biratiya dîrokî tev bigerin.
 
Ez bi vê hêvî û baweriyê we hembêz dikim.
 
Careke din we tevan bi rêzdarî silav dikim
 
Di jiyana we de tenduristî û serketinê dixwazim
 
Silavên dostane û biratî
 
28/07/2025
 
Abdullah Ocalan
 
Girtîgeha Îmrali."