Li dijî krîza aborî bertek: Em nikarin debara xwe bikin!

  • 09:03 8 Îlon 2025
  • Rojane
Evîn Çîftçî-Elfazî Toral
 
STENBOL - Ji ber krîza aborî ya her diçe giran dibin jin nikarin hewcedariyên xwe yên sereke peyda bikin. Jinên ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku çareseriya krîzê bi guherîna rêveberiyê pêkan e.
 
Li Tirkiyeyê li gorî daneyên enflasyonê ya meha tebaxa 2025’an sînorê birçîbûnê 27.441,33 TL, ya xizaniyê jî 89.385,43 TL ye. Ev dane nîşan didin ku karker û kedkar bi mûçeyê asgarî di bin sînorê birçîbûnê de ne. Gelê mûçeyê asgarî 22.104 TL digirin, nikarin hewcedariyên sereke jî bigirin. Jin der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ji bo çareseriya krîzê divê rêveberiya welat biguhere.
 
‘Em her tiştî yeko yeko digirin’ 
 
Funda Unuvar da zanîn ku ew nikarin hewcedariyên sereke bigirin û wiha dirêjî dayê: “Dibêjin krîz tuneye lê her kes perîşan e. Berê kesek ji malbatê dixebitî li malbatê dinêrin. Niha di malekê de 10 kes dixebitin dîsa jî debar nabe. Dibêjin krîza aborî tuneye. Em diçin marketê em fêkiyan yeko yeko digirin. Em wê jî ji bo zarokan digirin. Kîloya hêjîrê 160 TL ye. Em çar kes di malekê de ne. Em her tiştî bi yeko yeko digirin. Ya herî bi proteîn hêk e. Em nikarin wê jî bigirin. Em nikarin nêzî goşt û şîr bibin. Kîloya penîr 400 TL ye. Ez van xwarinan nedim zarokên xwe wê tenduristiya van zarokan çawa be. Wê çawa serkeftî bin. Her tişt girêdayê hev e.”
 
‘Bila dengê me bibihîzin û çareseriyê bibînin’ 
 
Nerîman Uluç jî destnîşan kir ku ew teqawît e û bi mûçeyê teqawîtbûnê nikarin derbarê bikin û wiha vegot: “Krîz bandorek mezin li ser me dike. Li ku tiştekî erzan hebe ez ji wir digirim. Bihayê îsotê ji 50’yî kêmtir nîne. Her tişt biha ye. Em nikarin biçin bazarê. Ez di kirê de me. Wê dîsa her tişt biha bibe. Pêşeroja zarokên me tuneye. Tu tiştekî me nema. Bila dengê me bibihîzin û çareseriyê bibînin.”
 
‘Dewlet heye lê tuneye’ 
 
Olcay Nacar jî wiha got: “Divê her kes li dijî krîzê berpirsyariyê bigire. Başbûna aboriyê bi têkoşînek rêxistinkirî pêkan e. Krîz bandorek mezin li ser her kesî dike. Mirov nikarin goşt, fêkî û sebze bigirin. Çar aliyê me behr e lê em nikarin mahsiyan bixwin. Ji ber vê jî em dibêjin krîz heye. Mirov êdî nikarin tu tiştekî bigirin. Em li welatekî wisa dijîn. Delwet heye lê tuneye.  Dema em behsa mafên xwe dikin jî em di xetereyê de ne.”
 
‘Sedema krîzê AKP ye’   
 
Gulay Înaloz da zanîn ku sedema krîza aborî AKP ye û çareseriya vê jî bi guherîna rêveberiyê pêkan e. Gulay Înaloz ev tişt anî ziman: “Mirov nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Berê kesek dixebitî debar dibû. Niha gelek kes ji malekê dixebitin lê debare dîsa jî nabe. Ev bêwijdanî bêdadî ye. Li vî welatî kes gel nafikire."
 
Îdîl Arslan jî der barê mijarê de wiha got: “Ez li derveyê welat dijîm. Ji bo demekê hatim Tirkiyeyê. Li vir her tişt biha ye. Min dide zorê. Ez li vir bijiyama ez ê biketama zorê.  Kirê pir biha ne. Mûçeyê asgarî kêm e. Mirov çawa hewcedariyên xwe bigirin. Divê gel li dijî vê derkeve. Divê gel bertek nîşanê vê bide. Di hilbijartinan de bila gel tercîha xwe baş bike.”