
Dayikên aştiyê: Divê demildest deriyê Îmraliyê vebin
- 09:06 10 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Dayikên Aştiyê yên Amedê diyar kirin ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got ji bo pêvajo baş bimeşe divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.
Piştî 26 salan şûnde Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de bi vîdeoyekê bang kir û piştî vê careke din girîngiya têkiliya ku bi Îmraliyê re tê kirin, derket holê. Piştî 9’ê Tîrmehê şûnde ji her derê cîhanê ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin serlêdan li wezareta dadê hat kirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxwaza xwe parve kir.
‘Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’
Dayika Aştiyê Nezahat Teke, da zanîn ku ew dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Em wek dayikên aştiyê dixwazin wek heyetekê biçin Îmraliyê. Dayik bi salane ji bo aştiyê têdikoşin. Ev pêvajoya aştî û çareseriyê ye. Ji ber vê divê dayik hevdîtinê bikin. Em dayik dixawzin biçin. Em aştiyê dixwazin. Ji ber vê jî em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”
‘Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
Nezahat Teke balkişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha dawî lê anî: “Em her tim dibêjin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.Ger deriyên Îmraliyê venebin wê pêvajo jî pêş nekeve. Divê êdî kes jiyana xew ji dest nedin. Divê dyaik negirîn. Em detsê aştiyê dirêjî hemû dayikan dikin. Divê Birêz Ocalan azad bibe û dakeve nava gel. Ger pêvajoyek samîmî hebe wê demê divê ev pêk bên. Komîsyonek hatiye avakirin. Me dayika dixwest ku em jî di vê komîsyonê de cih bigirin. Îro li 40 cihî meclîsa dayikên aştiyê heye.”
‘Em bi serokatiya xwe bawer in’
Dayika aştiyê Meryem Turan jî diyar kir ku di pêvajoya şerê 50 salî de bedelên giran hatine dayîn û wiha dawî lê anî: “Divê ewil tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Me dayikên Aştiyê heta îro gelek pêvajoyên zehmet jiyan. Ev 50 sal e bedelên mezin hatin dayîn. Êşên mezin hatin jiyîn. Divê dayik jî bi serok Ocalan re hevdîtinê bikin. Bila êdî kes nemire. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Çima nayên berdan? Em bi serokatiya xwe bawerin ji ber vê jî em dixwazin pê re hevdîtinê bikin.”