DÎKASUM piştî 8 salan şûnde carek din bû navenda çareseriyê

  • 09:05 10 Tebax 2025
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
AMED - Bi paqijkirina texrîbatên qeyûman piştî 8 salan şûnde DÎKASUM dîsa ket faliyetê û li bajar bû navenda çareseriya pirsgirêkan. Di 6 mehan de bi sedan jinan serî lê dan.
 
Navenda Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ya di 2001’ê de li Sûr a Amedê hatibû avakirin, di 2016’an de hat avakirin, bi tayînkirina qeyûm re hatibû girtin. Piştî 8 salan şûnde DÎKASUM di 29’ê Çile de ji nûve hat vekirin.
 
Koordînatora Navenda Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan û Pêkanînê ya Jinan  (DÎKASUM) ya girêdayê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê,  Evîn Ezenalp der barê mijarê de axivî.
 
‘Xebatên qadê didomin’
 
Evîn Ezen da zanîn ku bi navenda jiyanê ya li Ben û Sen, Yenîkoy û Huzurevlerî li Koşuyolu jî xebatan dimeşînin û bi taybet der barê xizaniya jinan de bi ji 300’î zêdertir malbatî re hevdîtin kirine. Evîn Ezen wiha got: “Li Koşuyolu berê mala cilşoyê hebû. Niha navenda jiyanê ya jinan karê xwe lê dimeşîne. Bi jinan re hevdîtin tê kirin, daxwazên wan li ber çavan tên girtin û xebat tê meşandin. Di xebatan de ekîba me û koordînatorên me hene.”
 
Piştgiriya psîkolojîk
 
Evîn Ezen daxuyakirin ku DÎKASUM piştgiriya psîkolojîk dide jinan û ev nirxandin kir: “Bi protokola me bi baroyê re kiriye em bê pere piştgiriya edlî didin jinan. Ji bilî vê bi serokatiya daîreya xizmetên civakî re em piştgiriya civakî didin jinan. Jinên tundîyê dibînin serî li me didin û bi saziyên hevkar re xizmetê didin.”
 
Xizmeta civakî
 
Evîn Ezen balkişand ser daneyên 6 mehan û ev tişt anî ziman: “Ji bo 170 jinî alîkariya civakî hat dayîn. Serlêdana 27 jinî a stargehê hat qebûlkirin. Em ŞOMÎN’ê re pirsgirêkên jinan çareser dikin. Em piştgiriya psîkolojîk didin jinan. Ji bo 128 jinî piştgiriya psîkolojîk hat dayîn. Di 6 mehan de 225 kesî serlêdan kirin û piştgiriya şêwirmendiyê hat dayîn.”
 
‘Tundiya aborî û psîkolojîk zêde ye’
 
Evîn Ezen di berdewamiyê de balkişand ser tundiya aborî û psîkolojîk ya ku jin dijîn û wiha bi lêv kir: “Her demê tundiya psîkolojîk û aborî zêde ye. Tundiya fîzîkî nebîne jî ya aborî û psîkolojîk dibîne. Me ev ji serlêdan û vegotinên jinan tespît kirin. Me der barê vê de di 6 mehan de li taxan bi jinan re civîn kirin û me di mijara wekheviya zayedî de hişmendî afirand. Her ku hişmendî zêde dibe piştevanî jî zêde dibe.”