Xwebûn bi manşeta ‘Divê komîsyon qanûnî be’ derket

  • 10:46 28 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 293'yemîn de bi manşeta “Divê komîsyon qanûnî be” li ber destê xwînerên xwe ye.
 
Rojnameya Xwebûnê ku li ser dijîtal rojane û çapî jî heftane weşanê dike di hejmara xwe ya 293yemîn de bi manşeta “Divê komîsyon qanûnî be” derket. Rojname, roportaja bi Berdevka HDKê û Wekîla DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş a derbarê Komisyana ku divê li Meclisa Tirkiyeyê bê avakirin derxistiye manşeta xwe. Beştaş diyar dike ku wan xwestiye ev komisyon li ser bingeheke qanûnî be û dibêje: “Birêz Ocalan jî di hevdîtinên xwe de xwestibû ku komisyon li ser bingeha qanûnê bê avakirin. Lê desthilatê di civînan de ev qebûl nekir…”
 
Dîsa rojname ji mijarên jinê, siyaset, polîtîka, çand, wêja, ziman, tenduristî û civakî bigire bi gelek mijarên balkêş derdikevin pêşberî xwînerên xwe. Her wiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Sorgul Şêxo, Mehmet Alî Ertaş, Adar Jiyan, Seyîtxan Anter, Felemez Ulug, Siyamed Sîpan, H. Halît Alaçati, Hesen Huseyîn Denîz, Siyamend Aslan, Zaza Cebelî, Fatma Taşli Tunç, Rohat Bulut, Roger Koyî û Serdar Altan bi nivîs, nûçe û analîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.