‘Gel ji dewletê gava şênber dipê’

  • 09:02 28 Tîrmeh 2025
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka DEM Partî ya Colemêrgê Evîn Tan der barê civînên di kampanya ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ ya DEM Partiyê de pêk tên nirxandin kir û wiha got: “Li Colemêrg û navçeyên wê nêzî 70 civînên gel me pêk anîn. Em ê di nava gel de bin. Divê partiyên siyasî, STK û hemû kes xwedî li pêvajoyê derkevin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ hîn baştir bê meşandin hevdîtinên gel da destpêkirin û bi lez didomin. Bi vê seferberiyê tê hedefkirin ku aştiya civakî bê avakirin. Li Colemêrg û navçeyên wê jî piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi giştî 70 civînên gel pêk hatin.
 
Hevseroka DEM Partî ya Colemêrgê Evîn Tan der barê civînên gel de nirxandin kir.
 
70 civînên gel pêk hatin
 
Evîn Tan da zanîn ku ji 27’ê Sibatê şûnde pêvajoya girîng û cidî hatiye destpêkirin û her kes bi vê cidiyetê divê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Evîn Tan wiha got: “Me tax bi tax, gund bi gund civîn pêk anîn. Li navçeyên Colemêrgê heta niha 70 civînên gel pêk hatin. Hema hema me li her derê civîn pêk anîn. Hîna jî didomin. Em pêvajoyê ji gel re vedibêjin, radigihînin. Gel mereq dike. Em jî heta ji destê me bê, em ê ragîhinin û nîqaşên xwe xurt bikin.”
 
‘Civînên gel xurt derbas dibin’
 
Evîn Tan di berdewamiyê de daxuyakirin ku li her derê xwedîderketinek mezin heye û wiha vegot: “Dayik, jin û ciwan xwedî li pêvajoyê derdikevin. Ev hêzê dide me. Civînên me gelek xurt derbas dibin. Civînên me li ser rexne, rexnedayin û pêşniyaran dimeşin. Gel di nav bendewariyê de ye. Ji dewletê gavên şênber dipên. Gel bi fikar e. Pirsên wan hene. Ji ber vê jî avêtina gavê ya ji aliyê dewletê ve wê hêzê bide her kesî.”
 
‘Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve’
 
Evîn Tan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî şewitandina çekan a PKK’ê gelek caran êrîşên hewayî pêk hatine û wiha dawî lê anî: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatabê pêvajoyê ye. Divê demildest azadiya wî ya fîzîkî pêk bê. Divê hemû partiyên siyasî û STK xwedî li pêvajoyê derkevin. Divê em hemû xwedî li pêvajoyê derkevin. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkevin. Em ê rêxistibûnê bidomînin.”